Rojnameyên erebî: Washington êdî girîngiyê dide dosyaya Sûriyê

Rojnameyên erebî vê sibe der barê rewşa li Sûriyê, nakokiyên domdar ên di navbera Tirkiye û Ameîrkayê de û lûtkeya Bexdayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Washington êdî girîngiyê dide dosyaya Sûriyê
28 hezîran, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TÊKILDARÎ REWŞA LI SÛRIYÊ Û TEVLIHEVIYA LI BAKURÊ WÊ DYA KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ`

Rojnameya El-Beyan di vê mijarê de wiha nivisî: “Piştî civîna di navbera Jeo Biden û Vladimîr Pûtîn de li Swîsreyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser asta dîplomatîk bi taybet li ser asta kar û barên derve girîngiyê dide dosyaya Sûriyê.

Li Romayê civîna 7`ên li dar ket. Nûnerê navneteweyî Geir Pedersen dê di demeke nêz de biçe Moskovê.

Li gorî çavkaniyên agahdar, DYA dê Wezareta Karên Derve bi rêvebirina dosyaya Sûriyê li şûna Meclisa Ewlehiyê erkdar bike.

Li gorî daneyan DYA li gorî du xetên hevseng kar dike; ya yekê hewl dide çareseriyeke siyasî li ser bingeha qebûlkirina Şamê biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY)peyda bike. Lê di heman demê de îşaret bi ferzkirina cezayên din dike. Li aliyekî din jî tevlihevî li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên dewleta Tirk berdewam in. Di teqînekê de li rojavayê gundewarên Helebê sivîlek hat kuştin û zarokek birîndar bû.” 

`LÛTKEYA BEXDAYÊ HÊVIYÊN ÎRAN Û TIRKIYÊ TÊK BIRIN'

Girêdayî encamên lûtkeya Bexdayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di destpêka lûtkeya sêalî ya li gel Misir û Urdinê de piştrast kir ku pêwîstî bi karekî hevbeş heye da ku aboriya herêmê û gelên wê werin pêşxistin.

Serokkomarê Misirê jî diyar kir ku welatê wî armanc dike hevkariyê di navbera her du welatan de li ser bingeha hevalbendiyeke stratejîk ji nû ve geş bike.

Qralê Urdinê banga xurtkirina hevkariya sêalî kir ku berjewendiyên hevbeş pêk tîne.

Ji helwestên li hemberî vê lûtkeyê çi bi rêya malperên tevna civakî yan jî bi rêya daxuyaniyan, diyar bû ku daxwazeke giştî heye ku ji hegemonyaya Îran û dewleta Tirk a li ser aboriya Iraqê were xilaskirin.”

`ÇIMA TÊKILIYÊN DI NAVBERA DYA Û DEWLETA TIRK DE DÊ HER TIM ALOZ BIMÎNIN?`

Têkildarî têkiliyên di navbera DYA û dewleta Tirk de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ji civîna di navbera serokî Amerîkayê Jeo Biden û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de ku piştî lûtkeya NATO`yê li dar ketiye, tê fêmkirin ku têkiliyên dualî dê her tim nakok bimînin, lê li ser asta pratîk li gorî asoya nêz aram in.

Li gorî pêşbîniyan, li gel nakokiyên ku di navbera her du welatan de nehatin çareserkirin, li gel tevgerên Erdogan û hevalbendên wî ku li gorî rêgeza navendîbûnê tev digerin, dibe ku ev hemû di pêşerojê de nakokiyên din çêkin û bibin sedem ku DYA cezayên din lê ferz bike.

Li gorî navenda lêkolînên stratejîk û ewlehiyê ya DYA’yê Stratfor heta niha nakokiyên sereke yên di navbera Washington û Enqereyê de, di nav de radestkirina Fethullah Gulen, kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê S-400, piştgiriya Washingtonê ya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiye nehatine çareserkirin.

Zehmet e ku rêveberiya Biden têkiliyên xwe bi QSD`ê re qut bike, nexasim di demekê de ku metirsî jî hene ku careke din DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak bibe.”

(şx)