Nûrî Mehmûd li ser rapora NY’yê daxuyaniyek da

Berdevkê YPG’ê li ser rapora NY’yê ya 6’ê Gulanê daxuyaniyek da. Mehmûd got “YPG piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftina ku di navbera NY û QSD’ê de hatiye duristkirin û em careke din destnîşan dikin ku em plana bizavî ya 29’ê Hezîrana 2019’an a di navbera her du aliyan de li xwe digirin.

Nûrî Mehmûd li ser rapora NY’yê daxuyaniyek da
28 hezîran, 2021   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Yenkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser rapora têkildarî zarok û aloziyên çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyeke nivîskî da.

Mehmûd di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Me bi baldarî rapora li ser Zarok û Aloziyên Çekdarî hûrand ku proseya di navbera Çile-Kanûn 2020’an de vedikole û di dîroka 6’ê Gulana 2021’an de de ji aliyê ofîsa nûnera taybet a NY’yê ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî birêz Virginia Gamba ve hat weşandin.

Yekîneyên Parastina Gel careke din piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftinê ku di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye duristkirin û em careke din destnîşan dikin ku em plana bizavî ya di navbera her du aliyan de li xwe digirin (29’ê Pûşbera 2019).

Her wiha, Yekîneyên Parastina Gel bi tundî angaşt û hejmarên têkildar ên ku di rapora navborî de tên dîtin der barê hejmara binpêkirinan (170, 8) ên ku der barê pirsgirêka leşkerkirina zarokan de ji yekîneyên me re tên hesibandin, red dike. Hêzên me xwedan rêziknameyeke hişk û mekanîzmayeke çavdêriyê ya xurt e ku armanc dike ku nehêle kesek di bin 18 saliyê de tev li nava refên me bibe.

Di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel dê li ser angaştên binpêkirinan (5) ên di der barê karanîna dibistanan ji bo mebestên leşkerî, yên ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin.

Em îdiayên revandina kesan (8) ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin, bi rengekî tund red dikin.

Yekîneyên Parastina Gel li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî pabendbûna xwe bi pîvanên navneteweyî û mirovî dubare dike. Em di heman demê de ofîsên çavdêrî û ragihandinê yên Neteweyên Yekbûyî û kesên berpirsyarê lêpirsîn û çavdêriyan li herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber ku ew mekanîzmayek alîgir e di nirxandin û radestkirina zanyariyan ku di raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî de derbas dibin, ji ber ku ew zanyarî dikevin bin bandora partiyên pêşbaz û/an dijminê Rêveberiya Xweser.

Yekîneyên Parastina Gel piştevaniya rêkeftina di navbera NY û Hêzên Sûriya Demokratîk de dike û li herêmên Rêveberiya Xweser peywirên xwe di vê babetê de pêk tîne û gihîştina tîmên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hevkar ji bo navendên çavdêrî û girtîgehên sîvîl û leşkerî dabîn dike, di vê derbarê de zanyariyên hewce bi zelalî parve dike.

Lê belê, mixabin, rapor yekîneyên me tawanbar dike û wan wekî hêzek nîşan dide ku mafên zarokan bi rengekî neheq binpê dike, tevî ku karbidestên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê berpirsiyariyên xwe li gorî standardên navneteweyî li hember zarokên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û komên cur bi cur ên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk naynin ku ev zarok %40’ê tevahiya nifûsa di bin 18 saliyê de li Sûriyê pêk tîne.

Derfetên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya rêjîma Sûriyê û Tirkiyê têne bikaranîn, ji ber ku ew ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pejirandin, lê zarokên li herêmên Rêveberiya Xweser, ku ji hêla cografîk de %32’ê Sûriyê pêk tîne, bi hincetên nemaqûl ji mafên xwe bê par têne hiştin.”