​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Li hemberî xeteriyan divê em bi Rêveberiya Xweser re bibin yek

Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Sirînê got: "Divê em bi Rêveberiya Xweser re bibin yek da xeteriya li hemberî me ji holê rakin û li hemberî kesên hewl didin herêmê ber bi wêrankirinê ve bikişînin bisekinin. Em xwediyên vê xakê ne, tu ferq di navbera Ereb, Kurd û Tirkmen de tune ye."

​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Li hemberî xeteriyan divê em bi Rêveberiya Xweser re bibin yek
28 hezîran, 2021   04:17
KOBANÊ

Tevî şer û aloziya li Sûriyê ku ji zêdetirî deh salan ve  didome, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina ewlehî û aramî hene, ew herêm berovajî herêmên din ên Sûriyê ye ku ji ber şer û aloziyê wêran bûne.

ꞌPARASTINA ARMAMIYA HEYÎ BIKINꞌ

Aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser, li kêrî gelek dewletên ku tenê li berjewendiyên xwe digerin nayê, ji ber vê yekê her tim hewl didin di navbera pêkhateyên gel de şerê navxweyî derxin da ku hegamoniya xwe li ser herêmê hêsanbikin.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi çend rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê re çêkir. Rûspiyên bang li tevahiya pêkhateyan kir ku li dijî provaksyonan yekitî û hevgirtina xwe çêkin.

/kr/uploads/files/2021/06/27/205444_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Ewn, Hazim Hemdan axivî û wiha got: "Erka ku dikeve ser milê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku dest bi dest li dijî kesên ku hewl didin herêmê ber bi wêraniyê ve bibin, bisekinin. Em xwediyê vê erdê ne û tu ferq û cudahî di navbera Ereb, Kurd û Turkmen de tune ye. Erka me ye ku em parastina yekitiya di navbera pêkhateyan de bikin da ku parastina ewlehî û aştiyê bikin."

Hazim Hemdan xîtabî gelê herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên wê kir û got: "Ji fitneyan hişyar bin, ji ber ku aliyên derve dixwazin we bixin tahlûkeyê,  piştgiriya hev  bikin û parastina ewlehî û aramiya  kku hûn tê de dijî, bikin."

ꞌGELÊ LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER JI FITNEYAN MEZINTIR Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/06/27/205425_-_1.webp

Rûspiyê qebîleyên El-Fedan, Xelîl Reşûd axivî û wiha got: "Divê em bi Rêveberiya Xweser re bin da ku xeteriyên li dijî me ji holê rakin. Herêm di qonaxeke dijwar û hesas re derbas dibe, ji lew re divê em hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin da ku em aloziya ku hin  alî hewl didin li herêmên me derxin, derbas bikin."

Xelîl Reşûd ev li gotina xwe zêde kir: "Em gelê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya sedên salan ve bi hev re û dûrî fitneyan dijîn, lê mixabin hin kes hene hewl didin rewşa debarê ya dijwar a ku ji ber aloziya li tevahî Sûriyê derketiye, bi kar bînin da ku di navbera welatiyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fitneyan derxin."

Reşûd wiha pê de çû: "Pêkhateyên gel ên herêmên Rêveberiya Xweser ji fitneyan mezintir in. Em ê bi hevgirtina xwe vê qonaxê derbas bikin, bila em bi Rêveberiya Xweser re destek bin, da ku têkiliyên di navbera pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurtir bibe, gelê me dê li hemberî astengiyên ku herêm pê re rû bi rû dimîne bisekine."

ꞌDIVÊ EM XWE  NESPÊRIN TU KESÎ JI BER ALIYÊN DERVE LI BERJEWENDIYÊN XWE DIGERINꞌ

/kr/uploads/files/2021/06/27/205506_-.webp

Ji rûspiyê eşîra El-Ewn , Mihemed Elî Xelîl jî got: "Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha projeya biratiya gelan dijîn, ev rastiyeke ne ku angaşt e, em ne bi provaksyonan re ne, pêkhateyên Kurd û Ereb ji beriya hezarên salan ve li herêmê bi hev re dijîn."

Mihemed Elî  Xelîl bang li gelê herêmê kir ku bi hev re alîkar bin û dûrî berjewendiyên kesayetî bin, da ku bi yekitiya xwe û xwerêvebirinê provaksyonan ji holê rakin. Her wiha got, aliyên derve li berjewendiyên xwe digerin, ne ku li berjewendiyên gelê herêmê digerin û armancê wan têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Mihemed Elî  Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker herî zêde sûdê ji têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dibîne, armanca wê kontrolkirina herêmên rêveberiyê ye û koçberkirina şêniyan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em qebûl nakin ku tu kes were me ji vê xaka me biqewitîne, em banga aştî û jiyana hevbeş a bi hemû pêkhateyan re dikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HFstX483UDY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>