Mezlûm Ebdî peyamek ji civîna koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê re şand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê re şand û diyar kir ku divê bi dehhezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, neyên jibîrkirin. Her wiha banga vegerandina wan ji welatên wan re kir.

Mezlûm Ebdî peyamek ji civîna koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê re şand
28 hezîran, 2021   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî peymek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê ku wê li paytexta Îtalya, Roma were lidarxistin re, şand.

Naveroka peyama ku Mezlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, wiha ye:  

"koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞ`ê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞ`ê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Em bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundraw werin çarserkirin.