​​​​​​​Şêxên êlên Ereb daxuyaniyên El-Herîrî şermezar kirin

Şêx êlên Ereb ên Sûriyê daxuyaniyên dawîn ên Nasir El-Herîrî şermezar kirin û destnîşan kir ku Îtîlaf sîwana sereke ya çeteyan e ku dewleta Tirk piştgiriya wan kir heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

​​​​​​​Şêxên êlên Ereb daxuyaniyên El-Herîrî şermezar kirin
27 hezîran, 2021   03:10
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî bang li dewleta Tirk kiribû ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Minbic û Til Rifetê dagir bike.

/kr/uploads/files/2021/06/26/192457_-.webp

Şêx Raxib El-Faris yek ji şêxên qebîleya El-Zibêd a Ereb têkildarî mijarê ji ANHA`yê axivî û got: “Siyaseta Îtîlafê ku xwe spartiye hembêza dewleta Tirk û daxuyaniyên wê, li ser me ne nû ne. Îtîlaf sîwana sereke ya çeteyan e ku bi alîkariya AKP`ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

El-Faris wiha domand: “Ew ji van daxuyaniyan armanc dikin demografiya herêmê biguherînin û şêniyên resen bidin koçberkirin da ku herêmê bidin tirkkirin. Nasir El-Herîrî ku bang li dewleta Tirk dike da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, ji welatparêziyê bi temamî dûr e û tenê xwe temsîl dike.”

El-Faris wiha domand: “Di dema hevdîtina Biden û Erdogan de Îtîlaf ferman da çeteyan ku nexweşxaneya Efrînê topbaran bikin ku ji bilî nexweş û sivîlan kesek lê tune ye. Ji vê yekê armanc kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêkanîna topbaranê tawanbar bikin û wê reş bikin. Lê berovjî wê yekê rû da. Hezkirina gel a ji QSD`ê re her ku çû zêde bû û her kes dizane ku QSD şerê terorê dike û sivîlan nake hedef.”

El-Faris piştrast kir ku êdî Îtîlaf li ser qada navneteweyî bi bin ketiye û êdî nizane çi bike, bûye çete û ji destpêka bûyerên li Sûriyê ve ajandeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. El-Faris bi bîr xist armanca wan a sereke ew e ku bi hemû rêbazan ewlehiya li herêmê têk bibin û şerekî taifî, nîjadî û mezhebî li herêmê derxin, lê têgihiştina gelên herêmê û hevgirtina wan hemû planên wan têk birin.

Her wiha El-Faris diyar kir ku Îtîlaf ji bo pereyan û ji bo ku rewşa xwe ya hundir xurttir bike ji dewleta Tirk dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike, lê êdî gelê Sûriyê derewên Îtîlafê nas dike.

Di dawiyê de şêx Raxib El-Faris got: “Yê ku dixwaze gelê Sûriyê di nava aramiyê de be û gelek destkeftî bi dest xistine, QSD ye ku ji ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye.”

‘ÎTÎLAF JI ALIYÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER VE TÊ BIKARANÎN’

/kr/uploads/files/2021/06/26/192447_-.webp

Şêx êla El-Sade ya li Sûriye û Iraqê Hisên El-Sade jî da xuyakirin ku Îtîlafê çarenûsa xwe bi çaranûsa dagirkeriya Tirk ve girê daye û êdî siyasetên wê ji her kesî re diyar in û wiha berdewam kir: “Niha jî ji dewleta Tirk dixwaze axa me dagir bike. Gelê Sûriyê, axa Sûriyê û heta rûmeta welatiyên sûrî ji bo îtîlafê ne xem e. Xema wan a yekane otêlên bi 7 stêrk in. Ji ber wê daxwazên wan şerm in. Gelo bi kîjan hişmendiyê bang li hêzên dagirker û yên xirab dikin ku welatê wan dagir bike. Ew ajandeyên Erdogan ê sponserê terorê pêk tînin.”

El-Sade îşaret pê kir ku wê bi saya ciwanên vî welatî her tişt vegere cihê xwe û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Îtîlaf ji dewleta Tirk dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike da ku sûcan tê de pêk bînin, herêmê talan bikin, kesên naxwazin jî bikujin. Lê bi saya ciwanên Sûriyê yên ku di bin ala QSD`ê de tê dikoşin wê daxwaza wan bi bin keve. Dê li hemberî wan bisekinin û nehêlin armanca wan pêk were. Em êlên herêmê piştigiyê didin QSD û em ê li rex wan şer bikin. Ciwanên me perwerdekirî ne û bi edaleta doza xwe bawer in û dê wê biparêzin.”

El-Sade bal kişand ser dagirkirin Efrînê û got: “Binêrên bê çi bi ser Efrînê anîn, dagir kirin, demografiya wê guhertin, sûriyên ji Xuta, Qelemûn û Idlibê anîn û lê bi cih kirin. Gelo şêniyên Efrînê ne sûrî bûn? Gelo çawa dikarin li mala sûriyekî din rûnin û dizanin ku ew hatiye kuştin û koçberkirin?”

El-Sade gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ev axa me ye û heke şeref bi wan re hebûya wê xwe radestî QSD`ê bikirina û li rex me herêmên dagirkirî rizgar kiribana. Lê wan xwe radestî dagirkeran kir. Îtîlafa Sûriyê li bermaberî dolaran ji bo Qeter û dewleta Tirk kar dike. Ew ajanên wan in.”

Hisên El-Sade gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “QSD ciwanên vî welatî ne. Welatê xwe li hemberî rêxistinên terorîst diparêze.”

‘TU NIRX Û EXLAQ LI CEM ÎTÎLAFÊ TUNE YE’

/kr/uploads/files/2021/06/26/192519_-.webp

Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn û êlên wê yên li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn jî got: “Êdî Îtîlaf bûye karmendê Erdogan bavê rûhanî yê DAIŞ`ê ku xwedî fikrekî ixwanî û taifî ye. Ev Îtîlaf xwe temîsl dike. Tu exlaq û nirx li cem tune ye. Ji ber ku çarenûsa xwe bi ajandeyên derve ve girê daye.”

El-Hemdûn destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû neteweyên sûrî hembêz dike û li dijî parçekirina Sûriyê ye. El-Hemdûn piştrast kir ku hemû çînên civakê yên herêmê piştgiriyê didin QSD`ê.

Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn a li Sûriye û Iraqê bang li Misir, Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rê li pêşiya Erdogan bigirin ku hewl dide qada dagirkirina xwe ya li herêmê zêde bike.

(şx)

ANHA