Miqdareke mezin a madeyên hişbirê hatin telefkirin û 1875 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî hişbirê de, miqdareke madeyên hişbirê telef kirin û hezar û 875 kes ku bi kar dianîn û bazirganiya wê dikirin girtin.

26 hezîran, 2021   19:35
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Hişbirê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyeke çapemeniyê bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dibistana Siwaqa ya kevin a bajarê Qamişlo li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/06/26/182125_atyh-alnamh.webp

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Etiya El-Neima di kongreyê de axivî, spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirên , saziyên ewlehiyê û hemû saziyên ku di tunekirina madeyên hişbirê di civakê de ked dane, kir.

Etiya El-Neima destnîşan kir ku piştî binkeftina dewletên herêmî bi taybet Tirkiyê di têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de serî li rêbazên din dan, ji wan belavkirina şerê taybet û madeyên hişbirê ye.

/ar/uploads/files/2021/06/26/182146_aly-hjw.webp

Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco jî axivî û diyar kir ku hişbir pirsgirêkeke cîhanî ye, hin dewletan dikarîn belavbûna wê sînordar bikin, lê ev diyardeya hîna bi dawî nebûye.

Heco got: "Peymana me peyama biratiya gelan, aştî û ewlehiyê ye, em ê têkoşîna li dijî dijminên ku hewl didin herêmên me wêran bikin û sivîlan bikujin, bidomînin, bi sekin û berxwedana gelan û xwîna şehîdên leheng me zilm û teror têk birin."

Piştre Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cûre şer derbas kirin ku hebûna madî û mirovî û tevahî beşên civakê û pêkhateyên wê dikirin armanc. Ev şer şaristaniya herêmên me, adet û çanda me û nirxên civaka me kirin armanc."

Yek ji şerên herî qirêj, şerê hişbirê ye ku bandora wê sînorê şerê terorê derbas dike. Madeyên hişbirê yek ji jêderên herî girîng ên finanseyê ji bo komên terorîst e û yek ji sedemên herî girîng ên jihevxistina civakê ye.

Bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Hişbirê em niha li pêşberî we sekinîne. Hêzên me yên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî di 25'ê Îlona 2020'î de pêngava li dijî hişbirê jiyan berpirsê  da destpêkirin. Armanc ji  vê pêngavê parastina mîraseya exlaqî ya civakên me ye, her wiha têkirina hemû cûre sûc û tundrawiyê ye. Em teqez dikin ku bi rêgazên exlaqî û mirovî pabend bin, ku jî hêmanên herî sereke yên peyman û lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî mirovahiya bi cewherê wê yê exlaqî ye.

Em bang li hemû rêxistinên herêmî, xwecihî û navneteweyî dikin ku berpirsyarî û tevkariya xwe di parastina civaka mirovahiyê de pêk bîne, ku ferdên wê bûn qurbaniyên vê afata xetere.

Îro 26'ê Hezîranê em bidawîkirina pênava xwe ya li dijî hişbirê jiyan berpirsyar e radighînin. Di çarçoveya vê pêngavê de hêzên me miqdarke mezin a madeyên hişbirê desteser kirin:

840 hezar û 605 hebin hişbirê

626 derziyên hişbirê

Tonek û 700 kîlogram heşîş

2 hezar û 637 gram heşîşa hevîrî

3 kîlo û 495 gram tovên heşîşê

3 hezar û 888 şitlên heşîşê

Hezar û 189 gurzên heşîş

34 kîlo gram heşîşa ernûs

199 çixareyên bi heşîşê

24 hezar û 618 gram madeyên hişbirê bi gelek cûreyên wê, di nav de 8 hezar û 440 gram madeya H-boss, 16 derziyên H-boss, 1 kîlo û 11 gram û 18 pakêtên eroîn.

Em destnîşan dikin ku di dîroka 6'ê Îlona 2020'î de hêzên me bi koordîneya dozgeriya giştî ya herêma Reqayê  toneke û 665 kg heşîş telef kir.

Her wisa hêzên me di pêngava li dijî afata hişbirê de gelek kes girtin:

Hezar û 165 kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn

480 kes ku reklama wê dikrin

230 bazirganên hişbirê

Xebatên mezin ên ku hêzên me di parastina civaka mirovahiyê de ji xeteriya vê afatê dane berdewama xebatên wê yên şikandina terorê ye da ku li tevahî dewletên cîhanê belav nebe.

Ne ji berpirsyartiya ewlehî û exalqî ya gelê me baya ev xebat wê bê encam baye."

Di dawiya kongreyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn madeyên hişbirê şewitandin.

ANHA