Panorama hefteyê: Hevdîtinên navneteweyî rageşiya li Idlibê gûrtir dike

Di hefteya borî de hemwextî lidarketina hevdîtinên navneteweyî, rageşiya di navbera hêzên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de li Idlibê gûr bû. Li aliyekî din YE’yê jî gefên cezakirinê li astengdarên aramiya Lîbyayê xwar, di heman de jî çavdêran da zanîn ku serketina serokê Îranê ya nû Reyîsî hişt ku saziyên olî welat zêdetir kontrol bikin.

Panorama hefteyê: Hevdîtinên navneteweyî rageşiya li Idlibê gûrtir dike
27 hezîran, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Idlib, rageşiya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, aloziya Lîbyayê û hilbijartinên Îranê kir.

‘ŞAM LIHEVKIRINÊN MOSKOV Û ENQEREYÊ LI IDLIB Û HELEBÊ DIXE EZMÛNÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê duh derdora 2 nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê li gundewarên Heleb û başûrê Idlibê topbaran kirin. Ev jî wek ezmûneke Şamê ya têkildarî lihevkirinên di navbera Moskov û Enqereyê de li bakurê rojavayê Sûriyê ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana li derdora nuqteya Tirkiyê ya li bajarê El-Etarib ê gundewarên rojavayê Helebê de, welatiyek û zarokek hatin kuştin, her wiha 3 leşkerên dewleta Tirk ji ber topbarana li ser nuqteya Tirkiyê li Kensefra ya başûrê Idlibê, birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê û tê gotin rewşa birîndarekî giran e. Hêzên dewleta Tirk û komên wê bersiva topbaranê da û baregehên hêzên rejîmê li bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê û bajarê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê topbaran kirin bêyî ku tu ziyanên mirovî çêbin.”

YE`YÊ GEFAN LI ASTENGDARÊN ARAMIYA LI LÎBYAYÊ BI CEZAYAN DIXWE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Piştî rojekê ji ragihandina serokê hikûmeta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe ku welatê wî rêya beravê ya sereke vekir, dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihand ku komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) biryara paşxistina vê pêngavê da. Di heman demê de, Meclisa Wezîran a Ewropayê duh guhartina sî

 ‘ÎRAN PIŞTÎ HILBIJARTINAN…. SAZIYA OLÎ SERWERIYA XWE LI SER DEWLETÊ ZÊDE DIKE’

Girêdayî rewşa Îranê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Hemû aliyên siyasî yên geşedanên siyasî li Îranê piştî biserketina yek ji muhafezekaran di hilbijartinan de, hişt ku hevsengiya hêzên hundirîn li gorî berjewendiyên oldarên dijberî Ewropayê bikeve tevgerê û berpirsên bi dengdayîna gel hatine hibijartin, werin dûrxistin.