Beşa duyemîn a xwendekarên Fakulteya Petrolê projeyên derçûnê pêşkêş kirin

Beşa duyemîn a xwendekarên Fakulteya Petrolê ya Zanîngeha Rojava projeyên derçûnê pêşkêş kirin.

Beşa duyemîn a xwendekarên Fakulteya Petrolê projeyên derçûnê pêşkêş kirin
26 hezîran, 2021   12:55
QAMIŞLO

Îro 56 xwendekarên Beşa Endezyariya Petrol û Petrokîmyayê ya Fakulteya Petrolê ya Zanîngeha Rojava projeyên derçûnê li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, pêşkêş kirin.

Piştî 3 sal û 4 mehan ji xwendinê, xwendkaran îro projeyên derçûnê pêşkêş kirin.

Ev beşa duyemîn a xwendekarên Fakulteya Petrolê ye ku xwendina xwe bi dawî dikin. Di beşa yekemîn de 70 xwendakar ji fakulteyê derçûbûn.

Li gorî rêveberiya fakulteyê proje dê di nava 15 rojan de werin nirxandin û encam werin eşkerekirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VlTAxtKEhuM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>