Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên li “herêmên bêçek" topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin
26 hezîran, 2021   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê piştî nîvê şevê û heta vê sibehê gundê Filêfil ê gundewarên başûrê Idlibê, El-Enkawiye, derdora Ziyare ya Sehl Xab û derdora Kebanê ya gundewarên Lazîqiyê topbaran kirin.

Di heman demê de, balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmê digeriyan.

(dm)