Besam El-Sebax: Dewleta Tirk desteka ji çeteyan re didomîne

Nûnerê Sûriyê yê li NY`yê Besam El-Sebax destnîşan kir ku desteka hikumeta Erdogan ji çeteyan li Sûriyê re berdewam dike û demografiyê jî diguherînin.

Besam El-Sebax: Dewleta Tirk desteka ji çeteyan re didomîne
26 hezîran, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê, nûnerê Sûriyê yê li NY`yê Besam El-Sebax got, rejîma Erdogan destekkirina rêxistinên terorîst ên li Sûriyê û tirkkirina herêman li bakur û bakur û rojavayê Sûriyê didomîne.

Besam El-Sebax di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de ku duh hate lidarxistin, got ev yek bi rêya guhertina demografî, rêveberî û desteserkirina xak, avakirina dîwarê parçekirinê û hwd pêk tê.

Besam El-Sebax pirsa bêdengiya Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî van kiryaran kir û ev tişt anî ziman: “Heta kengî dê Meclisa Ewlehiyê li ser binpêkirinên rejîma Tirk bê deng be.”

(bx)