Bangên ji bo vekirina dergehê Til Koçer

Projeya biryarê ku Îrlanda û Swêdê ji bo dirêjkirina dema alîkariyan bi rêya dergeha Bab El-Hewa ji herêma Idlibê re pêşkêş kiriye, banga vekirina dergeha Til Koçer (Yarûbiyê) kir da ku alîkarî bi rêya Iraqê bigihêje Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bangên ji bo vekirina dergehê Til Koçer
26 hezîran, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îrlanda û Swêdê projeya biryarê radestî endamên Meclisa Ewlehiyê kir.

Di projeya biryarê de ku duh (în) hate belavkirin, bang hate kirin ku derfet were dayîn da ku alîkariyên mirovî bi rêya sînorê Tirkiye û Iraqê bigihêjin, lê biryara dawîn a hevalbenda hikumeta Şamê Rûsyayê ye. Her wiha Moskovê banga radestkirina alîkariyan bi rêya hikumeta Şamê kir.

Rûsyayê heta niha cara 16`emîn di Meclisa Ewlehiyê de veto di mijarên girêdayî Sûriyê de bi kar tîne her wiha Çînê 10 caran bi kar aniye.

 (bx)