Ji ber topbarana artêşa dagirker li ser rojavayê Til Temirê zirarên madî çêbûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Gozeliyê yê rojavayê navçeya Til Temirê de, zirarên madî çêbûn.

Ji ber topbarana artêşa dagirker li ser rojavayê Til Temirê zirarên madî çêbûn
26 hezîran, 2021   10:11
HESEKÊ

Li gorî agahiyan di encama topbarana li ser gundê Gozeliyê yê rojavayê Til Temirê ku nêzî rêya M4 e, 18 pezên şivanekî mirin û zirarên madî gihîştin malên sivîlan.

Hêzên dagirker ji gundê El-Erbeyîn û girê El-Amiriyê yên dagirkirî ve, gundê Gozeliyê hedef digirin.

ANHA