SOHR: Li bajarê Babê çeteyên dewleta Tirk û malbatek koçber bi hev ketin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got li bajarê Babê ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk û malbatek koçber bi hev ketin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

SOHR: Li bajarê Babê çeteyên dewleta Tirk û malbatek koçber bi hev ketin
26 hezîran, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku malbatek koçber ji Dêr Hafir û komek çeteyên "Sultan Mihemed El-Fatih" li bajarê Bab, bi hev ketin. Di encamê de 2 çeteyên Mihemed El-Fatih hatin kuştin û yên din jî birîndar bûm.

Li bajarê Cerablûsê yê dagirkirî jî , 2 malbat li nêzî karaca Cerablûs bi hev ketin. Di encamê de kesek hat kuştin û yên din jî bi giranî birîndar bûn.

(dx)