Amadekariyên lidarxistina 3`yemîn Mîhrîcana Hawar a Stranan

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê amadekariyên lidarxisitna Mîhricana Hawar a Stranan ya 3`yemîn dike.

Amadekariyên lidarxistina 3`yemîn Mîhrîcana Hawar a Stranan
26 hezîran, 2021   04:08
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Tevgera Çand û Hunerê dest bi amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Hawar a Stranan ya 3`yemîn kir. Tevger li ser komîn, meclis û saziyên sivîl digere da ku navên kesên ku dixwazin tev li mîhrîcanê bibin qeyd bike.

Li gorî tevgerê, divê temenê kesên ku navê xwe bidin di navbera 15-35 saliyê de be. Divê ne endamê Tevgera Çandê yan jî Kevana Zêrîn be û tu carî tev li mîhrîcanên Hawar yên berê nebûbin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Hawar Niyezî Seydo got: “Me sala 2015-2016`an li Efrînê mîhrîcanên yekekmîn û duyemîn li dar xistin. Lê piştî ku em koçberî kantona Şehbayê bûn me mîhrîcanên mîna Mîtan, Lêlûn û Sema li dar xistin, me Mîhrîcana Hawar li dar nexist.”

Seydo wiha domand: “Me di navbera tevgera çandê ya li kantona Şehbayê û ya li Helebê de koordînasyonek ava kir. Me du kom li Şehba û komek jî li Helebê ava kir. Me pirtûkek girêdayî stranên kurdî ku ji 100 stranên gelêrî yên kurdî pêk tê amade kir. Ev pirtûk wê di mîhrîcanê de were pêşandan.“  

Seydo ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Me komîteya jurî ji 3 kesan ava kir û hemû jî girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ne. Destpêkê beşdarên mîhrîcanê wê ji aliyê komîteyê ve werin hilbijartin. Kesên bi serketine wê di 1`ê Îlonê de di perwerdeyên hunerî re derbas bibin. Perwerde wê li hola Mîtan a navçeya Ehdasê li dar kevin. Di wê çarçoveyê de dê di dirêjahiya du mehan de tîmên muzîkê, dîkor û hemû pêdiviyên din werin hazirkirin.”

Seydo diyar kir ku mîhrîcan dê di 7`ê Tîrmehê de li ser dîka Kampa Berxwedan bi beşdarbûna komîteyên jurî (Tehkîmê) yên ji derveyî Şehbayê dest pê bike.

Seydo di dawiyê de got: “Rê li pêşiya hemû ciwanan vekirî ye. Bi rêya wê em dikarin hunermendên nû nas bikin ku ji ber şert û mercên dijwar ku şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê tê re derbas dibin, behreyên xwe dernaxin.”

Mîhrîcana Hawar a Stranê ya 1`emîn bi dirûşma "Çand di her malekê de ye" û ya "Bihara nû" di 28`ê Tîrmeha 2015`an li Hola Desteya Çand û Hunerê ya navenda kantona Efrînê hatibû lidarxisitn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ukay5TEwW3I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>