ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2021'AN
25 hezîran, 2021   23:00

- Şêwirmenda perwerdeyê diyar kir ku domandina perwerdeyê xwendekaran ji bo salên bê bi pêş dixe, şênî jî hewl didin ku zarokên wan di betlaneya havînê de ji astmosfêra perwerdeyê dûr nekvin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî êrişên hawayî yên Rûsya, lê DAIŞ'ê hîna li çolistana Sûriyê çalak e û êrişên xwe yên li dijî leşkerên hikumeta Şamê didomînin. Lêkolînerek ji Misirê diyar kir ku DAIŞ'ê tektîka şer ji El-Qaîde girtiye û zehmete ku di salên bê de were tunekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên Zanîngeha Kobanê rave kirin ku ew piştgiriyê didin hemleya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermê û zimanê perwerdeyê” û gotin ev hemle ji bo Kurdan dê bibe çira û dê hemû armancên dewleta Tirk ên tunekirina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî tune bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-DOSYA

- Heman siyaset û komployên ku bûn sedema dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê, ji aliyê hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk ve li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di çarçoveya siyaseteke hevseng li gel dewleta Tirk de, rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dem bi dem banga derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji herêmên Başûrê Kurdistanê dikin, ruxmî ku hebûna PKK`ê li Başûrê Kurdistanê rewa ye. Serê pêşîn partiyeke kurdî ye û ji bo doza gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî tê dikoşe. Ji mafê wê ye ku li her dera Kurdistanê têkoşînê bide. Ji aliyekî din ve PKK li gorî gelek lihevkirinên bi PDK’ê re li herêmê bi cih bû. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên li dijî HDP`ê dixwaze di hilbijartinên 2023`yan de bi ser bikeve û şerekî li Bakur derxe û got "AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got, bicihkirina hêzên PDK'ê li herêmên gerîla bi sere xwe şer e, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê amadekariyên lidarxisitna Mîhricana Hawar a Stranan ya 3`yemîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA