Têkiliyên Tirkiyê – Rûsya û dosyaya penaberan di lûtkeya Ewropayê de têne nîqaşkirin

Di lûtkeya Konseya Ewropayê de ku li Brukselê li dar dikeve, gelek mijar, di nav de rewşa koronayê, rewşa penaberan û têkiliyên bi Tirkiyê û Rûsyayê re têne nîqaşkirin.

Têkiliyên Tirkiyê – Rûsya û dosyaya penaberan di lûtkeya Ewropayê de têne nîqaşkirin
24 hezîran, 2021   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtke îro di saet 12:00`an li gorî demjimêra Ewropayê dest pê kir û dê heta sibe Înê dewam bike.

Di lûtkeyê de dê rewşa nexweşiya vîrusa koronayê, derzîkirin, berdewamiya xebatên hevpar yên girêdayî koronayê, her wiha dosyaya penaberan dê werin nirxandin. Serokên Ewropayê dê rewşa penabertiya ne rewa û penaberên li rêyên cûda ber bi YA`yê ve nîqaş bikin.

Her wiha di lûtkeyê de dosyaya Tirkiyê careke din wê were vekirin ku li gorî biryara lûtkeyê ku di Adara borî de hate lidarxistin, ev biryara hatibû girtin.

Li gorî biryara lûtkeya ku beriya 3 mehan hate lidarxistin; şopandina geşedanan ji nêz ve, hewldanên ber bi rêya koordînekirî bi hevalbendan re û Konsya Ewropayê dê doza Tirkiyê di civîna xwe ya Hezîranê de, bixe nîqaşê."

Li gorî wezîrê karên derve yê YE`yê Josep Borrell, duyemîn mezintirîn dosyaya diplomatîk têkiliyên Rûsya bi YE`yê re ye ku ji 2014'an ve alozî bûye, nemaze piştî ku Moskove girava Qirim a Ukrayna tev li xwe kir û pevçûn bi  alîgirên Rûsya li rojhilatî Ukraynayê niyayê re derket.

Her wiha di lûtkeya Ewropayê de zehmetiyên aborî ku rastî herêma euro  di nava aloziya Covid 19 de dê were nîqaşkirin.

Di nava dosyayên ku dê werin nîqaşkirin de, rewşa Lîbyayê beriya kongreyê Berin ê duyemîn ku li ser asta wezîrên karên derve li paytexta Almaniyayê dê were lidarxistin.

Serokên dewletên Ewropayê rewşa ewlehiyê li herêma berava Afrîkayê, dosyaya Ethiopia û doza ewlehiya sîberî jî nîqaş dikin.

(bx)