Balafirên Rûsyayê  nuqteyên DAIŞ'ê yên çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê bi 20 derbeya nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê  nuqteyên DAIŞ'ê yên çolistana Sûriyê bombebaran kir
24 hezîran, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê bi derdora 20 êrişên bombebaran kir. Balafiran deverên ji çiyayê El-Beşerî heta bi bakurê rojhilatê El-Sexne û çiyayê El-Emûr ê bombebaran kirin.

SOHR`ê diyar kir ku duh leşkerên hêzên hikumeta Şamêy yên li herêma Wadî El-Ebyed ê çolistana Tedmurê ketin kemîneke DAIŞ`ê. Di encamê de du leşker hatin kuştin û derdora 7 jî birîndar bûn.

Tevî êrişên Rûsyayê yên giran jî, lê hêzên hikumeta Şamê û komên ku piştgiriya wan dike hîn jî nikare herêmê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê paqij bikin.

(eh)