Li Eyn Îsayê şehîdên komkujiya Helincê hatin bibîranîn û êrişên li ser Başûr hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Eny Îsa û koçberên Girê Spî bi meşekê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîranîn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şemezar kirin.

Li Eyn Îsayê şehîdên komkujiya Helincê hatin bibîranîn û êrişên li ser Başûr hatin şermezarkirin
24 hezîran, 2021   13:34
EYN ÎSA

Meş ji çerxerêya Disîplîna Leşkerî ber bi çareserêya Şardariyê dest pê kir.

Beşdaran diruşmeyên "Bijî berxwedana gerîla ", " Ji dagirkeriya Tirk re  na" û " Bijî bijî Ocalan û bimire Erdogan" berz kirin.

Her wiha pankertên " Em êrişên dewleta Tirk a faşist li dijî Heftanîn, Qendîl û Başûrê Kurdistan şermezar dikin"," Rêyê we rêyê me ye, armancên we armancên me ye"," Ji gefên dewleta Tirk re na" û " Em li dijî dagirkeriya Tirk in û bi berxwedana gerîla ne " , posterên rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û kongreya Star hildan.

Meş li çerxerêya Şaredariyê veguherî mîtîngê, Hevserokê Meclisa PYD'ê ya kantona Girê Spî Mistefa Ezîz axivî û berxwedana Hêzên Parastina Gel li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk silav kir.

Mistefa Ezîz bang li Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) kir ku li pey planên dewleta Tirk a ku hewl dide nêzîbûna biratiya kurdan derbe bike, neçe.

Berdevka Kongreya Star a Girê Spî Dîlan Hesen êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên azadîxwaz şermezar kirin.

Berdevka Partiya Sûriya Pêşrojê ya kantona Girê Spî Zehra El-Weys axivî û şehîdên komkujiya Helicê Zehra Berkel, Hebûna Mele Xelîl û dayika Emîna bi bîr anîn. Her wiha têkoşîna jinan a di şoreşa Rojava de silav kir.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyê silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n7Y10GCGzQk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>