Şandeya ji Catalonia serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Catalonia serdana navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeya ji Catalonia serdana Rêveberiya Xweser kir
24 hezîran, 2021   14:18
REQA

Şandeya ku serdana bajarê Reqayê kir ji endamên parlementoya herêma Catalonia Robin, Iliulia Wagensbig, endamê Tevgera Edaleta Navneteweyî Elkever Michael, her wiha rojnamevan John Kerlett û endama dozên civakî ya parlementoyê Montes û endama meclisa herêmî ya bajarê Barcelona Laura Breeze, pêk tê.

Şande ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirê hevserokatiyê Hemdan El-Ebid û şêwermenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan civîneke ji ragihandinê re girtî li dar xist.

Girêdayî armanca serdanê, endamê parlementoya Catalonya Robin wiha axivî: " Beriya vê me serdana Hesekê û îro jî Reqayê kir. Sibe em ê biçin Kobanê. Tişta ku bala min kişand zêdebûna niştecihan li bajêr e piştî ku hatiye rizgarkirin. Bi vê serdanê em ji destkefiyên ku li herêmên Rêveberiya Xweser di demeke kurt de û piştî rizgarkirina van herêman hatine kirin, piştrast bûn. " 

Robin Iliulia wiha domand: "Em ê serdanên ji herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewam bikin da ku zêdetir destkefiyên ku rêveberiyê bidest xistine nas bikin. Em ji vê serdanê pir kêfxweş in."

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî ev tişt anî ziman: "Me dît ku di demên dawîn de xebatên diplomatîk bi hemû dewletên Yekitiya Ewropayê re zêde bûne û serdanli ser astên cîhanê têne kirin da ku rewşa Rêveberiya Xweser nas bikin û destekê di aliyê siyasî û aborî de bidin wê."

El-Ebid wiha pêde çû: "Şandeyek ji endamên parlementoya Cataloniayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku rastiya xebatên ku ji bo xizmeta gel têne dayîn û taybetmendiyên ku bi rêya rêziknameyê tê kirin, nas bikin."

El-Ebid diyar kir ku şandeyê kêfxweşiya xwe bi pêşketin û destkftiyên Rêveberiya Xweser, her wiha serkeftinên QSD'ê re yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya têkbirina terorê anî ziman û got: "Ev nîşaneyeke baş a ji aliyê şandeyê ve ye da ku projeya Rêveberiya Xweser a li herêmên me û bê ka armanc wê çi ye were naskirin."

Têkildarî mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, El-Ebid ev xal rêz kirin: "Di civînê de me behsa rewşa kamp û penaberan kir, di nav de kampa Holê ku êdî li ser tevahiya Rêveberiya Xwseser xetere û barekî mezin e ku divê vegerin herêmên xwe û ji nû ve wan ji fikirên tundraw rizgar bikin, zarokên malbatên DAIŞ`ê dê nifşekî din ên rêxistinkirina DAIŞ`a terorîst bin ji br gefan li mirovahiyê tevde dixwe û divê ev kar neyê nûkirin."

El-Ebid bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Li hin herêmê aramî lê peyda nabe, sedema vê yekê ajnîdeyên derve ne ku ewlehiya herêmê xirab bidkin û fitneyan di navbera neteweya kurd ereb de derdixin. Herî dawî bûyerên li bajarê Minbicê bû. Em ev mijar bi şandeyê re nîqaş kir, şaneyê diyar kir ku dê di pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê de destekê bide Rêveberiya Xweser."

Têkildarî mijarê cîgirê Meclisa Rêber Jozêf Lehdo axivî û got:"Xala ku şande jê mat ma, tecrubeya jinan a li herêmên Rêveberiya Xweser e û diyar kir ku ev tecrube nimûne ye û hêjayî spasiyê ye."

Şande 22`yê Hezîranê gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re geşedanên li herêmê çêbûne nîqaş kir, di serî de sûcên dagirkiriya Tirk li herêmên dagirkirî pêk anîn. Her wiha bi Kongreya Star re civiya.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wBoMYz1FUqo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>