Meclisa Sivîl a Dêrazorê qutkirina ava Firatê şermezar kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û destnîşan kir ku ev yek “terora avê” ye.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê qutkirina ava Firatê şermezar kir
24 hezîran, 2021   12:42
DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a navçeya El-Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê Komîteya Aborî ya Dêrazorê Mihemed El-Hemadî ve hate xwendin. Gelek nûnerên meclisên sivîl û herêmî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de behsa destwerdanên dewleta Tirk û dijminatiya wê ji gelên herêmê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike û ev jî “terora avê” ye, encamên wê yên neyînî li ser aliyê mirovî û çandî hene, ji ber wê stasyonên avê û komeleyên çandiniyê sekinîn, mewsima çandiyê têk çû, gol çêbûne û ji ber wê jî nexweşî li herêmê derketine.

Meclisê destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ala wan aştî ye, armanca wan mafên mirovan e û xwesteka wan avakirina welatan bi nirxên mirovahiyê û rêbazên demokratîk e.

Di dawiyê de hate gotin ku gelê herêma Dêrazorê bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ye.

(bx)

ANHA

 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OvCWFVErb3E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>