​​​​​​​Soma Ferhad: Ne ji PKK’ê be, wê 24 saetan Başûrê Kurdistanê were dagirkirin

Soma Ferhad got ne ji PKK’ê be wê di nava 24 saetan de Başûrê Kurdistanê were dagirkirin û bang li gel kir ku ji planên dagirkeriya Tirk û PDK’ê hişyar be.

​​​​​​​Soma Ferhad: Ne ji PKK’ê be, wê 24 saetan Başûrê Kurdistanê were dagirkirin
24 hezîran, 2021   02:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-STAR`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker didome, ji ber ji derdora 2 mehan ve bi armanca qirkirinê û dagirkirinê dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Berdevka Tevgera Jinên Azad a herêma Başûrê Kurdistanê Soma Ferhad têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Soma Ferhad got dewleta Tirk a dagirker êrişî gelek dewlet, herêmên Rojhilata Navîn û tevahî Kurdistanê dike, lê belê herêma ku herî zêde zirar ji vê dagirkeriyê dîtiye, Başûrê Kurdistanê ye, ew jî bi sedema piştgiriya hin aliyan jê re.

Soma Ferhad wiha domand: “Ji 1992`yan ve û heta roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker êrişên leşkerî, siyasî, aborî, çandî, xwezayî dike. Lê êrişên wê yên leşkerî di asta herî jor de ne. Bi dehan baregehên wê yên leşkerî li herêmê hene û ev cihê metirsiyê ye.” 

Soma Ferhad bi bîr xist ku balafirên dewleta Tirk a dagirker di 5`ê Hezîranê de êrişî Kampa Mexmûr kir. Di êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîneyê de çekên giran û qedexekirî jî bi kar anîn.

Soma Forhad bal kişand ser warê aborî û ev nirxand kir: “Dagirkirina aborî bi şêwaza herî kûr didome. Ji ber ku dewleta Tirk bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re heta 50 salî lihevkirinek îmze kiriye. Derdora 4 hezar şirket li Başûrê Kurdistanê hene ku dewleta Tirk wan finanse dike. “

Soma Forhad wiha berdewam kir: “Heta xwezaya Kurdistanê jî ji vê dagirkirinê nefilitî. Dewleta Tirk a dagirker sala borî bi hezaran darên zeytûnê li Efrînê hilkirin. Îro jî heman tişt li Başûrê Kurdistanê dubare dikE. Dagirkeriya Tirk bi hezaran darên daristanên herêmê birîn û di nava sûkên Tirkiyê de firotin.”

Soma Ferhad rewşa li Başûrê Kurdistanê bi vî awayî şîrove kir: “Li rex wê jî lihevnekirina hikumeta Başûrê Kurdistanê bi hikumeta navendî ya Iraqê re têkildarî radestkirina dahatûyan hişt ku muçeyên karmendan werin qutkirin. Bi bihabûna dolar, benzîn, xwarin û pêwîstiyên din re, rewşa xelkê herêmê jî bi deh qatan girantir dibe. Di encama krîza aborî de xizanî û bêkarî zêde bûye.”  

`DIVÊ GEL FÊM BIKE KU DAGIRKERÎ HEWL DIDE ÎMPRATORIYA OSMANÎ VEJÎNE`

Soma di vî warî de wiha axivî: “Weke em dibînin dewleta Tırk li sê parçeyên Kurdistanê, ji bo qirkirina Kurdan komkujiyan pêk anîn û pêk tîne. Hewl dide demografiya wê biguherîne, me înkar dike, lê em gelê herî kevn li ser vê axê ne ku bi keda dayikê bi dest ketiye. Zimanê dayikê li me qedexe dikin û dixwazin me bi temamî ji holê rakin. Aboriya me felc dikin, gelê me birçî dikin, ciwanên me neçar dikin ku koçber bibin û di nava rêyan de bi mirinê re rû bi rû dihêlin.”

Her wiha Soma Forhad destnîşan kir ku niha jî dewleta Tirk bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi planeke mezin û êrişên dijwar kiriye. Dixwaze Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKK`ê dagir bike.

Soma Ferhad bang li gelê Kurd û hemû cîhanê kir ku baş bizanibin ku dewleta Tirk bi armanca vejandina desthilata osmaniyan, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Soma Ferhad wiha pê de çû: “Hebûna PKK`ê li van herêman ji bo parastina axê, şeref û destkeftiyên me ye. Eger PKK`ê li vê herêmê nemîne wê di nava 24 saetan de ax hemû were dagirkirin weke ku çawa Kerkûk, Musil, Şengal hatin dagirkirin.”

`DIVÊ PIŞTGIRIYA TÊKOŞERAN BIKIN`

Soma Ferhad di dawiyê de bang li hemû aliyên li Başûrê Kurdistanê kir ku li gorî berpirsyariyê bin û dijminê xwe baş nas bikin û got: “Divê em piştgiriya têkoşerên azad bikin. Ew li çiyayan û em jî li bajaran armanc û xebata me yek be.”

(şx)

ANHA