Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst pêkanîna sûcan li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî didomînin. Cihên dîrokî talan û wêran dikin, bi rêya avakirina mizgeftan tundrawiyê belav dikin, nexweşan dikujin û orgenên wan bazirganiyê dikin.

Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
Li Efrînê rêzesûcên din hatin belgekirin
23 hezîran, 2021   19:44
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

`WÊRANKIRIN Û TALANKIRINA CIHÊN DÎROKÎ YÊN NAVÇEYA CINDIRÊSÊ`

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi armanca lêkolînkirina berhemên dîrokî û kenzan kolandina girê gundê Qurbe yê dîrokî yê navçeya Cindirêsê didomînin da ku wan bifroşin û di sûka reş û ewropayê de bifroşin.

Ji ber wê bi dehan darên zeytûnê yên mezin û berhemdar qut kirin û gelek gorên şêniyên gund wêran bûn.

Têkilarî mijarekî din çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker girê navçeyê dikolin da ku berhemên wê yên dîrokî talan bikin.

Tê bibîrxistin ku ji ber cihê gir ê stratejîk, dewleta Tirk a dagirker baregeha leşkerî ya herî mezin li herêmê li ser gir ava kir.

`AVAKIRINA MIZGEFTEKÊ LI DÊR SEWANÊ YÊ NAVÇEYA ŞERA`

Di çarçoveya belavkirina tundrawiyê de dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya komeleyên ku îdia dikin xêrxwazî û mirovî ne mizgeftan li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî ava dikin. Li gorî agahiyên ku ajansa me ji navçeya Şera bi dest xistine, Daîreya Îftayê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker peymanek bi rêxistina Gazî El-Şam re îmze kiriye da ku mizgefetkê li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ava bike.

Dewleta Tirk û komeleyên ixwanî lez didin guhertina demografiya herêmê, avakirina navendên olî, mizgefan bi armanca belavkirina fikirî tundraw a islamê ya çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nesra, Partiyên Tirkistanê yên tundraw.

`BI ARMANCA FIROTINA ENDAMÊN LAŞ KADROYEKÎ TENDURISTIYÊ JINEKE KURD QETIL KIR`

Têkildarî mijarê çavkaniyan ji navneda Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku kadroya tenduristiyê ya li nexweşxaneya Efrînê kar dike ku ji doktorên Tirk pêk tê, welatiyeke bi navê Meryem a 36 salî qetil kir. Hevserê Meryem Esad Ekaş Xelîl ji şêniyên gundê Çêqilme yê navçeya Reco ye ku ew jî hatiye revandin.

Li gorî çavkaniya Meryem a ku paşnavê wê nehatiye zanîn, di 5`ê vê mehê çû nexweşxaneya Efrînê da ku ameliyat bibe, lê piştî nîv saetekê agahiya wefata wê hate ragihandin û di roja duyem de cenaze radestî malbata wê hat kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku kadroya tenduristiyê ya Tirk welatiya bi navê Meryem qetil kir da ku endamên laşê wê bidizin û paşê bifiroşin. Her wiha ji dema ku Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, li nexweşxaneya Efrînê bi dehan bûyerên mîna vê hatine belgekirin.

`REVANDINA ZAROKEKÊ JI PÊŞIYA MALA WÊ YA LI BAJARÊ EFRÎNÊ YÊ DAGIRKIRÎ`

Li aliyekî din jî çavkaniyên ji Efrînê yê dagirkirî ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk zaroka 6 salî ji pêşiya mala wê ya li navenda bajêr revand û ew birin cihekî ne diyar.

Li gorî heman çavkaniyan çaranûsa zaroka bi navê"Rûiya Mihemed Xatir" hera niha ne diyar e.

(şx-eh)

ANHA