Divê PDK xizmeta xwînmijên Kurdan neke

Divê PDK xizmeta xwînmijên Kurdan neke
24 hezîran, 2021   04:08

Halîl Cemal

Di êvara 23’yê Nîsana 2021'an de di navbera serokê DYA’yê Joe Biden û serokê çeteyan ê faşîst Erdogan de hevdîtineke telefonê çêbû û di heman şevê de artêşa Tirk a faşîst dest bi dagirkirina herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Başûrê Kurdistanê kir. Ev der ne tenê erdnîgariyeke Başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de qadên navendî ne ku nêzî 40 sal e gerîlayên PKK'ê lê ne. Bi desteka serokê DYA'yê Biden artêşa Tirk li dijî gerîla ku 40 sal e têk neçûye, bi gelek hêza leşkerî û amûrên teknîkî dest bi êrişê kir. Ji bo ku di êrişê de bi ser bikeve gef, reşkirin, tawîz, bertîl û hwd bi kar anîn da ku hemû hêzên Başûrê Kurdistanê tev li vî şerê êriş-qirkirinê bike. Lê di dawiyê de bi ser neket. Lewma bi PDK'ê re li hev kir ku gerîla di vî şerî de tesfiye bike. Di çarçoveya vê peymanê de li Metînayê li wesayîteke zirxî ya PDK'ê hat xistin ku bi îhtîmaleke mezin ji aliye SÎHA'yan (balafirên biçek û bêpîlot ên dewleta Tirk) ve hatiye avêtin. Di vê bûyerê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, 7 pêşmerge birîndar bûn. Piştî ku hat bihîstin, PDK'ê avêt ser gerîla, bi gotina 'PKK'ê êrişî pêşmergeyan kir' hewl da pişta xwe bide gelê Başûrê Kurdistanê û rêxistinên Başûr. Anku bloka Başûr ku dewleta Tirk a faşîst nekarî li dijî PKK'ê bi rê û rêbazên cuda ava bike, bi vê bûyerê re xwestin çêkin. Bi vî rengî hemû cîhanê dê bigota "Di navbera Kurdan de şer çêbû" û "Sedem jî êrişa gerîla ya li hemberî pêşmergeyan e."  Ji ber vê yekê PDK'ê pêşmergeyên ku şandin qadên gerîla, wek komployekê bi kar anîn.

Rapora dawî bi berfirehî bi raya giştî re nehate parvekirin, ji ber ku heyeta ku ji aliyê parlamenterên Iraqê û Hewlêrê ve hatiye avakirin, piştî pêşniyara fermandariya HPG'ê ya "Heyeteke serbixwe bînin cihê bûyerê û wesayîtê lêkolîn bikin" li cihê bûyerê encama îdiayên PDK'ê nedîtin.  Ji ber vê yekê derdora PDK'ê ji ber vê bûyerê muxalefeta li dijî PKK'ê zêde kir. Lewma ev lîstika ji aliyê PDK û dewleta Tirk a faşîst ve hatiye plankirin, bi ser neket. Rêxistinên din ên Kurdan û raya giştî ya cîhanê ev yek wek mîzansen dît. Ji ber vê yekê, Erdogan ê serokê çeteyên faşîst dema ku diçû lûtkeya NATO'yê, nekarî vê bûyerê bi kar bîne, ne êrişa bi fuzeyan a li ser nexweşxaneya li navenda Efrînê, ne jî provokasyona ku li Minbicê hate kirin.

Berevajî vê yekê, van bûyeran careke din eşkere kir ku çi dijminekî wehşî û komploger li hemberî me heye. Rastiya ku ev her sê bûyer bi vî rengî çêbûn jî, hemû niyetên dewleta çete ya faşîst a Tirk nîşan dan. Bi tenê eşkere kir ku yên vê wek tesfiyekirina PKK'ê dibînin, çi qasî şaş in.  Li Bakurê Kurdistanê êrişên li dijî HDP'ê, lîstik û komkujî, hincetên ji bo dagirkirina Başûr û lîstikên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo heman armancê bûn. Dewleta Tirk a faşîst ji bo ji nû ve sînorên Mîsakî Mîllî bi dest bixe, armanc kir ku êrişî gelan bike û qirkirinê bike.

Niha her kes dikare bibîne ku dewleta Tirk a faşîst çima êrişî PKK'ê kir ku hêza herî bibandor ji bo destkeftina armanceke bi vî rengî ye. Niyeta dewleta Tirk zelal e. Beriya lûtkeya NATO’yê hemû planên wê yek bi yek bi bin ketin û êdî PDK derxist meydanê. Berjewendiya PDK’ê di vê yekê de çi ye? Dewleta Tirk a faşîst ku li ser Mîsak Mîllî serdest e, dikare jiyaneke çawa pêşkêşî PDK û Kurdan bike?

Dema ku mijar PDK û Kurd bin û serkêşê lîstikê jî dijminê gelan û Kurdan dewleta Tirk a faşîst be , lazim e li ber çavan were girtin beka  PDK dikare ji vê tesfiyekirina PKK'ê çi sûdê wergire. Bi taybetî jî divê alîgirên PDK'ê li ser vê mijarê pir bifikirin. 

Mîna dewleta Tirk a faşîst li Şengal, Mexmûr û Garê; PDK'ê jî encama dixwest bi dest nexist. Dîtin ku PKK û Kurdên apocî ne tenê ji aliyê leşkeriyê ve, di heman demê de ji aliyê civakî û dîplomatîk ve jî ne wisa qels in. Qet nebe li ser rêya civîna NATO'yê, PDK û dewleta Tirk a faşîst bi bin ketin.

Ji bo vê jî HDP li Bakur bûye hedefa êrişan. Barzanîyan li Başûr bang li hikumet û partiyên siyasî kir ku 'li dijî PKK'ê helwesteke hevpar' raber bikin û  li navenda Zagrosan, hêzên Zêravanî yên PDK'ê û çete şandina herêma bi navê Rençbirax (Sîda, Saca û Cemçê) û bi dehan wesayîtên zirxî şandin. Ev yek jî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst de qonaxeke girîng e.

Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst ji aliyê gerîla ve hate têkbirin û tevî hemû hêza teknîkîû leşkerî jî nekarî bi pêş ve biçe, hewldanên PDK'ê yên dorpêçkirin û lêxistinê li vê herêmê ku di nava qada gerîla de ye, ji paş ve bi armanca rizgarkirina artêşa Tirk a faşîst ji zor û zehmetiyê, çêbûn. Artêşa Tirk ji bo vê yekê bi lezgînî hewceyî PDK'ê bû.

Li aliyekî din, vê yekê derfet da dewleta Tirk a faşîst ku dixwest çeteyên ji Sûriye, Lîbya û Qerebaxê bîne û li qada PDK'ê bi cih bike, bi gotineke din îhtîmala çetekirinê, ne tenê li dijî gerîla, di heman demê de li aliyê PDK'ê jî hatiye bicihkirin. El-Herîrî li Hewlêrê bi merasîmekê hat pêşwazkirin û hin muzakere pê re hatin kirin û ev jî tê wateya amadekariya van rojan. Armanca PDK'ê ew e ku çeteyên ku destê xwe bi xwîna Kurdan dişon û xwe bi xwîna Kurdan têr dikin, bi kincên hêzên Zêrevanî û Gulanê kontrayan li Kurdistanê bi cih bikin. Armanc jê ew e ku bi van çeteyên ku keçên Kurd ên ku ji Şengalê revandine ku di haremên xwe de kirine cariye, yên ku serê Kurdan jê kiriye (pêşmerge jî di nav de) diteqînin. Lê belê gerîla bi canbexşane li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê Kurdistan parast. Herî dawî ev fedaî ji aliyê serkirdeyên PDK'ê ve jî hatin pîrozkirin. Dewleta Tirk li gel van çeteyên êriş birin ser Hewlerê, niha jî mil daye PDK'ê û hewl didin Çemçoyê bigirin li Îskenderê Mezin jî nekarîbû.  PDK di êrişa dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan de hevkar e. Di rastiyê de PDK hewl dide gelê Kurdistanê yê bi pêşengiya Hunbaba ku di destana Gilgameş de rola Enkî girtiye, tune bike.  Li vê herêma ku ji sala 1988’an ve ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve nehatiye ziyaretkirin, Zêravanên PDK'ê hêzên xwe û çeteyên xwe yên bi wî rengî dişîne wê derê û êdî bi awayekî vekirî tev li şer dibe ku heta niha bi nepenî tev lê bûbû.

Ji ber vê yekê hêzên Apocî PKK, KCK û HPG û dostên wan, sazî û civakên kurdistanî yên weke her tim bang li PDK'ê dikin ku ji vê rêyê vegere. Ji ber ku ji nû ve nakokiya di navbera Kurdan de ku di dema dawî de gelekî bi dawî bûye, dê zirareke mezin bide Kurdan. Di dîrokê de her tim bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê hêzên ku dixwest Kurdistanê dagir bikin an jî bibin xwediyê Kurdistanê ,pêşî ji xwe re hevkar afirandine û bi xiyaneta xwe Kurdistan serdest kirine.

Ji ber vê yekê divê PDK dest ji dubarekirina vê dîroka bêrûmet berde, ku bi xwe jî gelekî tev lê bûye. Heke PKK winda bike, dê Kurdistan winda dike. Pirtûkên dîrokê bi mînakên ku çawa ewilî berxwedêr û piştre xayin hatine tunekirin, tijî ne. Yên wekî kewan qewmê xwe dikişînin xefikan, bi xwe jî ji wan xefikan xilas nabin.  Çawa ku Peymana Cezaîrê ya sala 1975 'an PDK'ê kir nêçîra nêçîrvanan. Yên ku li dijî refarandûma 2017'an bi hevparî tev geriyan jî, aliyên Peymana Cezaîrê bûn. Wê demê ji bo ku şoreşger û demokratan qir bikin, destek didan PDK'ê û dema ku ev kirinjî ji nişka ve dev ji PDK'ê berdan. Hejmareke girîng a kesên ku di wê pêvajoyê re derbas bûn, hîn jî zindî ne. Divê gelê başûrê Kurdistanê û PDK bînin bîra xwe ku çawa hevalên wan li hemberî komkujiya li ser Kurdan û heta di dema Enfalê de bê deng man û divê bi bîr bîne ka di van hemû bûyeran de dewleta Tirk bi çi rolê rabûye. Divê were zanîn ku faşîzma Tirk a ku xwîna Kurdan dixwe, niha ji bilî zilm û kuştinê ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve ku lûtkeya vê faşîzmê ye, tiştekî ku bide Kurdan nîn e. Dîroka bi van mînakên tijî ye. Wekî hemû Kurdan divê malbata Barzanî jî vê baş bizane.

Ji ber vê yekê divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne û provokasyonan asteng bike. Di dîrokê de ne tenê xiyanet, pêşketinên birûmet ên li ser bingeha yekitiya Kurdan jî hene. Divê ev kevneşopa ku em ê mîrasa wê ne, pêk bînin. Newroza ku tê wateya agirê azadiyê ne tenê ya Kurdan, di heman demê de ya gelên herêmê ye jî, yek ji van mînakên biheybet e. Ji ber vê yekê, divê wezîfeya hemû Kurdên hêja be ku Zagrosan wek rûmeta dîrokî biparêze ku heta Îskenderê Mezin jî nekarî tê re derbas bibe. Niha dem dema bilindkirina ala azadiyê ya li dijî faşîzmê ye, li dijî dagirkeriyê ye. Heke na, dîrok dê berxwedêran bi tîpên zêrîn neqş bike, navê xayînan jî dê bi bizmarên zengî bê nivîsandin.

Lewma jî PDK'ê bi dûrketinûna ji dewleta Tirk û çeteyên faşîst ên ku bi xwîna Kurdan destên xwe dişon, heta niha fersendek ku di dîrokê de cihê birûmet bidiyê,  bi dest nexist. Heke dev ji vê helwesta xwe ya hevkar bernede, dê îro ji aliyê dîrokê ve û sibê jî ji aliyê gelê Kurdistanê ve ji encaman berpirsyar bê dîtin.

ANHA