Şêxê êla El-Elî: Pêwîstiya gelê Sûriyê bi lihevhatin û hevgirtinê heye

Şêx Remedan El-Rehal piştrast kir ku pêwîstiya gelê Sûriyê bi lihevhatinê heye ku bikare li hemberî hewldanên derxistina fitneyê li Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine. El-Rehal bang li şêxên eşîran kir ku gel hişyar bikin da ku nekevin xefika fitneyê.

Şêxê êla El-Elî: Pêwîstiya gelê Sûriyê bi lihevhatin û hevgirtinê heye
24 hezîran, 2021   01:55
REQA - XALID CÛMA

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê rizgar kir û ewlehî tê de hat sepandin, dewleta Tirk û gelek aliyên veşartî hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin û fitneyê derxin da ku şêniyên herêmê parçe bikin.

Ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha neteweya demokratîk ava bûye, dewleta Tirk bi rêya ajandeyên xwe hewl dide fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Elî Remedan El-Rehal ji ajansa me re axivî û got: “Bûyerên li Sûriyê rû didin ji sînorên wê yên bi Deryayê Spî re bigire heta bigihêje Iraqê û ji sînorên Urdunê û heta bigihêje Tirkiyê armanca sereke ya van bûyeran, têkbirina ewlehiya herêmê ye."

El-Rehal destnîşan kir ku ev axa Sûriyê ye, ew bi vê erdnîgariyê serbilind in û ew li dijî şerê sûrî-sûrî ne ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê derxe.

`EM BI FITNEYAN NAYÊN XAPANDIN`

El-Rehal wiha domand: “Em li ser vê axê hemû bi hev re dijîn û em mîna bira ne. Ez hemû kesên xwedî şeref silav dikim.”

Her wiha El-Rehal bal kişand ser serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û serkeftinên ku QSD`ê bi dest xistine û da xuyakirin ku ji ber wê dewletên derve hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin û fitneyê belav bikin. 

El-Rehal şervanên QSD`ê silav kir û wiha domand: “Em bi ciwanên xwe bawer in ku axa xwe biparêzin. Em di wê baweriyê de ne jî ku dê axa rizgarkirî bi zend û xwîna hevalên xwe yên şehîd biparêzin.”

`FITNE JI KUŞTINÊ DIJWARTIR E`

El-Rehal hêzên ku hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin muxateb girt û got: “Çima hûn nahêlin em bi aştî li ser axa xwe bijîn. Mixabin ên ku alîkariya wan jî dikin, sûrî ne. Ez ji wan re dibêjim hûn ne musliman in. Mîna ku di Qurana pîroz de hatiye gotin `Fitne ji kuştinê dijwartir e ` gelo hûnê çi sûdê ji kuştina sûriyekî bigirin. Helbet rojek bê hûnê hesabê vî sûcî bidin.”

`HEVGIRTINA SÛRIYAN RÊYA TUNEKIRINA FITNEYÊ YE`

El-Rehal bang li gelê Sûriyê kir û got: “Berpirsyariya mezin a we ye. Divê hûn li pêşiya vê fitneyê bisekinin û divê hûn hesabê ji wan kesan bixwazin ku hewl didin fitneyê di nav me de derxin.”

Her wiha El-Rehal ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê gelê Sûriyê bi giştî li hev werin. Pêwîstiya me bi vê lihevhatinê û hevgirtinê heye ku bibin yek û rê li pêşiya vê fitneyê bigirin. Heke em welatê xwe neparêzin wê kî biparêze?”

`EWLEHIYA ME BI SAYA CIWANÊN ME YE`

El-Rehal di nav gotinên xwe de piştrast kir ku bi saya QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne û wiha domand: “Ciwanên me ne tenê herêmên me, lê belê cîhan ji terora DAIŞ`ê xilas kir.”

El-Rehal bal kişand ser fedakariyên QSD`ê yên di vî warî de û got: “Hêzên me 11 hezar şehîd dan û 20 hezar şervan jî birînda bûn. Gelo ev kî ne ma ne ciwanên vê herêmê ne? Ewlehiya li herêmê bi saya wan pêk hat ku bi şev û roj ji bo ewlehiya me ranakevin. Em wan silav dikin û piştgiriya wan dikin."

`HIŞYARKIRINA ŞÊNIYAN BERPIRSYARIYA ME YE`

Têkildarî erka şêxên eşîran a ji bo tunekirina fitneyê El-Rehal got: “Divê rûspiyên êlên Sûriyê bi giştî û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, şêniyan hişyar bikin ku bi vê fitneyê neyên xapandin.”

Şêx El-Rehal bang li rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin û gelê herêmê hişyar bikin.

El-Rehal bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek û bi şêx, rûspî û ciwanên xwe ve li hemberî fitneyê bisekinin û rê nedin tu kesî ku ewlehiya li herêmê têk bibin.

El-Rehal di dawiyê de got: “Ev axa me ye û em pê serbilind in. Em ê tê de bijîn û tê de bimirin. Em nahêlin tu kes dest bi ewlehî û xelkê wê bidin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SxPYeDD0mx0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>