Xerîb Hiso: Sewqiyatên hêzên PDK`ê ber bi herêma Çemço ve gaveke provokatîv e

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku sewqiyatên hêzên PDK`ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê gaveke provokatîf e ku PKK`ê bikişîne nava şer.

Xerîb Hiso: Sewqiyatên hêzên PDK`ê ber bi herêma Çemço ve gaveke provokatîv e
23 hezîran, 2021   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Partiya Demokrat a Kurdistanê hevkariya xwe bi dewleta Tirk re didomîne. Di vê dawiyê de hêzên taybet şandin herêma Çemço yên Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji vê yekê armanc dike gerîla dorpêç bike û wê neçarî şerê hundirîn bike.

Çemço herêm stratejîk e. Ji derdora 30 salî ve hêzên PDK`ê tê de tune ne. Lê niha PDK`ê hêzên xwe şandin wê herêmê ku Metîna bi Zagorsê ve girê dide. Li gel ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane ji zêdetirî 2 mehan ve êrişî gerîla dike.

PDK`ê ji vê tevgerê armanc dike ku herêmên gerîla ji hev cuda bike.

Têkildarî mijarê, Xerîb Hiso ji ANHA`yê re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji demeke dirêj ve êrişî vîna gelê me dike. Êrişên wê li Başûr û Bakurê Kurdistanê firehtir dibin. Gefên wê li dijî Rojava jî berdewam in. Şerekî leşkerî û siyasî bi armanca qirkirina gelê me dimeşîne. Li beramberî wê jî berxwedaneke bêhempa ya dîrokî bi pêşengiya Hêzên Parastina Gel (HPG), YJA-STAR`ê tê nîşandan ku derbên giran li dagirkeran didin.”

`GAVEKE PROVOKATÎF E`

Hiso bal kişand ser rola PDK`ê di vî şerî de û wiha domand: “PDK`ê ji mêj ve ji aliyê leşkerî û siyasî ve di vî şerî de rolekê dilîze. Lê di çend salên dawîn de tevgerên wê li Şiladzê, Zîne Wartê, Heftanîn, Garê û Çemçoyê balê dikişînin. Wê hêzên xwe yên taybet şandin herêmê ku li bemberî dagirkeriya Tirk berxwedan tê meşandin. Ev yek li dij hêviyên gelê Kurd e. Ev tevgerên han aloziyê kûrtir dike û bi awayekî neyînî bandore li gel dike û tu encamên erênî bi xwe re nayne.” 

Hiso destnîşan kir ku şandina van hêzan tevgereke provokatîf û ne exlaqî ye û got: “Ev taybetmendiya dijminên Kurdan e. Ev yek dê rê li pêşiya şerekî din û şerekî hundirîn veke. Heke rû bide keraset e û armanca dewleta Tirk jî dê pêk were.”

 

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştrast kir ku dewleta Tirk ji van êrîşên xwe armanc dike Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî dagir bike û her tiştek bi navê Kudistanê ji holê rake.

`LI HEMBERÎ DAGIRKIRINÊ HELWEST LAWAZ IN'

Hiso helwestên rêxistin û hêzên siyasî yên kurdî rexne kir û got: “Ew helwest lawaz in û têrê nakin. Heta ku nagihêjin asta hêviyên gelê Kurd. Divê hemû çînên civaka kurdî di nav de hunermend û rewşenbîr helwesteke xurtir nîşan bidin.”

Hiso der barê helwestên li beşên din ên Kurdistanê yên li hemberî dagirkeriya Tirk de wiha axivî: “Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel dagirkerî şermezar kir lê helwestên siyasî ne bi wê hêza ku dihat xwestin bû. Ji ber ku partî û rêxistinên siyasî wateya rûdane şerekî hundirîn baş nas dikin çi ye.”

Têkildarî helwestên partiyên li Başûrê Kurdistanê Hiso got: “Derxistina daxuyaniyan li hemberî dewleteke faşîst ku Kurdan nas nake û bi armanca qirkirinê şerê wan dike, têrê nakin. Mixabin ew partî neketin nav liv û tevgerî bi taybet ku têkiliyên wê yên navneteweyî yên fireh heye ku dikarin bandorê li raya giştî bike û balê bikişîne ser vî şerî. Her wiha li qadên navneteweyî dikarin fişarê li dewleta Tirk bikin.”

Hiso bang li Kurdan kir ku xwedî helwestekê bin û li hev bikin, ev yek dê bandorê li raya giştî bike.

(şx)

ANHA