Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn

Kongreya Star a herêma Efrînê li dijî `qirkirina nasnameya siyasî` û li gel salvegera yekemîn a şehîdên komkujiya Helincê meşek li dar xist.

Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Helincê li Şehbayê hatin bibîranîn
23 hezîran, 2021   18:30
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li ser rêya sereke ya gundê Til Qirahê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn. Girseya gel wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên her sê şehîdan Emîne, Hebûn û Zehrayê, wêneya şehîd Denîz Poyraz, alên Kongreya Star, Meclisa Jinên Azad a Şehbayê hildan.

Şêniyan heta Kampa Serdemê meşiyan û sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin û hedefgirtina jinên siyasetmedar şermezar kir.

Li qada kampê bi navê Kongreya Star Wehîde Mihemed û bi navê Meclisa Jina Azad a Şehbayê Werde Şêxo axivîn.

/ar/uploads/files/2021/06/23/173056_whydh-khlyl.webp

Wehîde Xelîl got: “Me di komkujiya 23`yê Hezîrana 2020`an de ya li gundê Helincê 3 şehîdên xwe Zehra, Hebûn û dayîka Emîn winda kirin. Di vê mehê de di kesayeta her sê şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Wehîde diyar kir ku di berxwedana gelan de bi taybet berxwedana jinan gel rastî komkujiyan tên mîna komkujiya Paris, Dêrsim, Helebçe, Efrîn, Helinc û herî dawîn Îzmîr. Wehîde da xuyakirin ku ev siyaset hîna berdewam in.

/ar/uploads/files/2021/06/23/173111_wrdh-shykhw.webp

Werde Şêxo şehîdên jin ên ku ji bo azadiyê û jiyana bi rûmet canê xwe feda kir bi bîr anîn û wiha domand: Em di wê baweriyê de ne ku şoreşa me ya li Rojava şoreşa guhertin û şikandina zihniyeta mêran e.

Werde sûcên ku li dijî inan tên kirin red kirin û diyar kir ku ew piştgiriya hemû jinan dikin.

Meş bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(şx)

ANHA