​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ YA 24-6-2021`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ YA 24-6-2021`AN
23 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên Kobanê di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an de bi dengê gule û qîrînên jinan û dîmenên qetilkirin û xwînrijandinê hişyar bûn. Di encamê de komkujiyek çêbû û di bîra şêniyan de hîna zindî ye. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Şêx Remedan El-Rehal piştrast kir ku pêwîstiya gelê Sûriyê bi lihevhatinê heye ku bikare li hemberî hewldanên derxistina fitneyê li Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine. El-Rehal bang li şêxên eşîran kir ku gel hişyar bikin da ku nekevin xefika fitneyê. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişloyê destnîşan kir ku sewqiyatên PDK`ê li dora herêmên gerîla li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewşeke şer e. Her wiha gerîla neçar dikin ku tedbîran bigirin da ku Herêmên Parastinê yên Medyayê biparêzin. Şêniyan got pêwîste PDK`ê ji van herêman vekişin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Rojnamevan Erk Acarer got êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya bajarê Îzmîrê dişibe yên sala 2015'an û diyar kir ku wêneyên kujer Onur Gencer ên derketine holê, komên paramîlîter ên li xeta Minbic-Idlibê nîşan didin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku sewqiyatên hêzên PDK`ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê gaveke provokatîf e ku PKK`ê bikişîne nava şer. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Soma Ferhad got ne ji PKK’ê ber wê di nava 24 saetan de Başûrê Kurdistanê were dagirkirin û bang li gel kir ku ji planên dagirkeriya Tirk û PDK’ê hişyar bin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Endamên rêveberiyên jinan ên Tebqa û Efrînê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir û got ev yek tê wateya bêdenkirina dengê jinan. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

POLITÎKA

-Hunermendên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê redkirina xwe ji hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir û anîn ziman ku divê PDK`ê dev ji hevkariya ya xwe bi dewleta Tirk re berde. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Di êvara 23’yê Nîsana 2021'an de di navbera serokê DYA’yê Joe Biden û serokê çeteyan ê faşîst Erdogan de hevdîtineke telefonê çêbû û di heman şevê de artêşa Tirk a faşîst dest bi dagirkirina herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Başûrê Kurdistanê kir.(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Navena Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê şanoyek girêdayî hegemonya dewletên kapîtalîst a li ser cîhanê û paşguhkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê saet 11:00`an tê pêşendan. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Mewsima çandiniyê ku du mehan dirêj dike derfetên kar ji hezaran karkerên li Reqayê re peyda dike. Karker bi rêya wê pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn dikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA