Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin

Şêniyên Kobanê di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an de bi dengê gule û qîrînên jinan û dîmenên qetilkirin û xwînrijandinê hişyar bûn. Di encamê de komkujiyek çêbû û di bîra şêniyan de hîna zindî ye.

Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
Komkujiya 25’ê Hezîranê…çîrokên ku hîna nehatine vegotin
24 hezîran, 2021   00:47
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

BERBANGA XWÎNÊ

Kesên bûne şahidên komkujiyê, wê wek "berbanga xwînê" bi nav dikin. Di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê derbasî bajarê Kobanê û gundê Berxbotan ê li başûrê bajêr bûn û hovanetirîn komkujî li dijî şêniyan pêk anî.

Di encama wê komkujiyê de 233 sivîl şehîd bûn, jê 27 sivîl li gundê Berxbotan şehîd bûn, her wiha 273 sivîl jî bi guleyên çeteyan birîndar bûn, piraniya qurbaniyên komkujiyê zarok, jin û kal û pîr bûn.

Çeteyan hemû kesên sivîl ku rastî wan dihatin, qetil dikirin, tirs dixist nava şêniyan, bi wê re sivîlên ku xizmên xwe di wê komkujiyê de winda kirine, hîna jî wan dîmenên tarî vedibêjin.

KÊLIYÊN KOMKUJIYA BERXBOTAN

Dayika bi navê Îde Beha El-Dîn a ji gundê Berxbotanê, dayika keç û xortekî bû, lê keça wê Jiyan (13) û hevjînê wê Mistefa Beha El-Dîn (34) di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Dayika Îde Beha El-Dîn bûyerên komkujiyê wiha vedibêje: "Nêzî saet 4’an beriya berbangê, em ji bo sihorê (paşîv) hişyar bûn, ji ber ku meha Remezanê bû. Me dît 8 erebe hatin, min ji hevjînê xwe re got erebeyek di rêya axî re diçe, dibe ku ya YPG’ê be û diçe Cizîrê."

Dayika Îde Beha El-Dîn wiha domand: "Piştî 10 deqeyan, cîranê me hat û ji hevjînê min re got biçe Asayîşê ji bo wan erebeyan agahdar bike, lê piştî çûna hevjînê min bi 10 deqeyan, erebeyek hat û derbasî gund bû ku tê de zêdetirî 10 kes hebûn, min got erebeya Asayîşê ye, ez ber bi erebeyê ve çûm da ku wan agahdar bikim, lê beriya ku xwe bigihînim wan "tekbîr kirin", min wê demê zanî ku ew DAIŞ’î ne û bi lez çûm malê."

Dayika Îde bi destê kurê xwe digire û dibe mala apê wî ku biparêze, lê keça wê Jiyan naxwaze derkeve û radihêje çeka bavê da ku xwe û malbata xwe biparêze.

Dayika Îde vedigere mala xwe û pê re xaltîka wê jî diçe. Xaltîka wê birîndar dibe û dikeve erdê, lê dayika Îde berdewam dike û digihêje mala xwe gel keça xwe û dibîne ku Jiyan bi çekê li ber xwe dide heta ku guleyên wê diqedin û ji stûyê xwe birîndar dibe. Lê dayika Îde di koşeyeke malê de xwe vedişêre û piştre ber bi mala apê xwe ve diçe û ew jî bi du guleyan birîndar dibe, dûre birayê hevjînê wê ew û kesên ji malbatê birîndar bûne radike nexweşxaneyê.

Îde vedigere mala xwe, dûvre dizane ku 6 kesên ji malbata hevjînê wê, ji nav jî keç û hevjînê wê şehîd bûne. Hevjînê wê dema dengê guleyan dibihîse vedigere gund û bi wê re çeteyên DAIŞ’ê ew armanc kir, lê tenê ew û kurê wê ji malbatê dimînin.

Dayika Îde Beha El-Dîn wiha gotina xwe bi dawî dike: "Çeteyan bi zanabûnê komkujî pêk anî, jin û zarok qetil kirin da ku tirs û xofê bixin dilê şêniyan.”

TAXA 70 ŞEHÎDAN

Mune Osman ku dayika 2 zarokan e û ji taxa Şehîd Ebdo ya li beşa rojhilatê bajêr e ku wê taxê 70 şehîd di komkujiyê de daye, çîrokeke din heye. Mune Osman heman sibehê hişyar dibe û bûyerên ku di ser re 6 sal derbas bûne, vedibêje.

Mune Osman, hevjînê xwe Mistefa Mihemed Osman (37) ku heman rojê winda kiriye, çîroka xwe wiha vedibêje: "Di demekê de ku em li benda mizgîniya rizgarkirina Sirînê bûn de, me texmîn nekir ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî bajêr bibin. Dema me dengê guleyan bihîst, me got Sirîn rizgar bûye, piştre hevjînê min ber bi deriyê malê ve çû, dûvre min qêrîna wî bihîst û min dît bi guleyan birîndar bûye, wê demê hevjînê min Elî bang kir ku ew çeteyên DAIŞ’ê ne."

Mune Osman ber hevjînê xwe ve çû û kişand hundir, lê çeteyan gule diavêtin wê, dûvre 2 çete ketin malê û gule avêtin hevjînê wê yê birîndar, da ku misoger bikin ku hatiye qetilkirin û dûvre ji malê derketin.

KETIN MALAN Û HEMÛ QETIL KIRIN

Mune Osman qîrî û bang li cîranên xwe kir ku kesek were wan rizgar bike, lê bê sûd bû, ji ber ku tevahî cîranan zanîn ku DAIŞ’ê ketine bajêr û ji tirsa qetilkirinê re xwe di malên xwe de veşartine.

Piştre hêdî hêdî dengên qîrîn û giriya jinan li taxê bilind bûn, wê demê Mune Osman zanî ku çete ketine malên wan û hemû qetil kirine.

Mune Osman wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji tirsa ku çete venegerin, min hevjînê xwe kişand odeyê, pêça, av dida wî û pê re diaxivîm, da ku hişê xwe neçe, em nêzî 2 saetan di wê rewşê de bûn, piştre pê hesîm ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da."

Li gorî vegotina Mune, wê texmîn nekir ku piştî wê bûyerê bijî, ji ber texmîn dikir ku çete di her kêliyekê de vegerin û wê jî qetil bikin. Mune li pêş cenazeyê hevînê xwe rûniştibû û xwîn heta deriyê odeyê diherikî.

Piştî wê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên YPG’ê  telefon Mune Osman kir û jê re gotin ber bi rojhilatê bajêr ve biçe, ji ber ku ew herêmeke ewle ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de tune ye, lê Mune Osman red kir ku derkeve heta ku hevjînê xwe bi xwe re bibe. Lê şervan derbasî malê bûn û ew birin gundê Mezret Dawûd.

Dema ku Mune Osman tevî zarokên xwe ji dest çeteyan diçûn gundê Mezret Dawûd gule li ser serê wan dibarîn. Mune di wê demê de lez kir û xwe ji zarokên xwe re kir mertal heta ku bigihînin gund, lê bi dehan malbatan tevî wê bi cilên xewê û pêxas hebûn, her yek ji wan malbatan giranbihayek li pey xwe hişt û ji dest tirsa hovîtiya çeteyan berê xwe da bejahiyê.

Mune Osman û her sê zarokên xwe 3 rojan li Mezret Dawûdiyê man û hemû jê re digotin hevjîna wê zindî ye, lê tevî ku wê bi çavên xwe dît ku hevjîna xwe jiyana xwe ji dest daye, lê xwe bawer dikir ku ew vegere û hevjînê xwe ji nû li malê zindî bibîne.

‛ROJEKE REŞ E’

Piştî 3 rojan Mune Osman vegerî mala xwe ku cenazeyê hevjînê xwe pêşwaz bike, bi wê re malbatê cenazeyên Mistefa, bira û kurê wî veşartin. Lê wê demê Mune Osman zanî ku ne tenê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, lê belê birayê hevjînê wê û kurê wî û 2 xizmên wê jî jiyana xwe ji dest daye.

Ne tenê ew jî, lê belê Mune Osman bi dehan cîranên xwe winda kirin, bi wê re her malbateke taxê êş û azara windakirinê kişand û ew roj bi roja reş bi nav kirin. Mune Osman hêvî kir bûyerên bi vî rengî neyên serê tu kesî û êşeke wiha nebîne.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JI6sTleuy4M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>