Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn

Îro bi sedan şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn ku sala borî di encama hedefgirtina balafirên dewleta Tirk de şehîd bûbûn. Girseya gel piştrast kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne sembola berxwedana li hemberî dagirkeriyê.

Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
23 hezîran, 2021   17:39
 QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryan, şandeya Kongreya Star a Dêrazorê berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat a navçeya Dêrikê da ku tev li merasîma bîranîna şehîdên meha Hezîrannê û komkujiya Helincê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî bibin.

Di merasîmê de koordînatorê Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye MIhemed axivî û destnîşan kir ku komkujiya Helincê berdewama komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku jinan ji zulm û zordestiyê xilas kir.

Remziye diyar kir ku jinan bi berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriyê mohra xwe danî dîrokê û piştrast kir ku ew ê rêya têkoşînê bidomînin heta ku hemû jin rizgar dibin û xewna wan her sê hevalên jin pêk were.

Hêvî Seyd endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê da xuyakirin ku deshildatan ji hedefgitina jinan armanc dikin vîna wê bişikînin. Her wiha îşaret pê kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şehîd dan da ku welatê xwe azad bikin û di nava aştiyê de bin.

Her wiha Hêvî destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû waran de bûn sembol bi taybet di warên leşkerî û siyasî de.

Piştî bidawîbûna axaftinan Kongreya Star a Dêrazorê wêneyên şehîdên Helincê û Dêrazorê yên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin, pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê kir.

Di dawiya merasîmê de şêniyan serdana gorên şehîdan kir.

(şx)

ANHA