Serokê Misirê li Qeterê balyozekî Misirê diyar kir

Li gorî rojnameya fermî îro piştî 4 salan serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî biryar da ku ji bo Misirê balyozekî li Qeterê erkdar bike.

Serokê Misirê li Qeterê balyozekî Misirê diyar kir
23 hezîran, 2021   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnameya fermî ya Misirê, biryara serokê welêt Ebdulfetah Sîsî ya erkdarkirina Emro Kemaldîn Berî El-Şerbînî wek balyozê Misirê yê li Qeterê belav kir.

Beriya çend rojan wezîrê karên derve yê Misirê û Qeterê bi beşdariya şandeyên her du welatan li navenda Wezareta Derve ya Qeterê ya Dohayê dan û standinên fermî li dar xistin.

(eh)