Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hate girtin

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate  girtin.

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hate girtin
23 hezîran, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF’ê, li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan avêt ser mala Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr.

Polîsan piştî lêgerîna li malê dest danî ser materyalên dîjîtal û Ozdemîr girtin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Hinceta girtinê nehat zanîn.