​​​​​​​`Revandina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser dikeve xizmeta dewleta Tirk'

Endamê rêveber ê PYD`ê şaxê Şedadê got revandina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK`ê ve li Hewlêrê berjewendî, siyasetên dewleta Tirk a dagirker û ajandeyên wê yên li dijî projeya neteweya demokratîk pêk tîne.

​​​​​​​`Revandina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser dikeve xizmeta dewleta Tirk'
22 hezîran, 2021   00:46
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Desthilatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê revandin. Heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha PDK`ê heta niha israr e ku tu agahiyan der barê sedema girtina wan de nede.

Endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şedadê Mihêdî El-Dexîm piştrast kir ku PDK`ê bi vê revandinê , siyaset û ajandeyên dewleta Tirk ên li herêmê pêk tîne.

El-Dexîm wiha domand: “Gelên herêmê van siyasetan û revandinên hovane red dikin ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê û nûnerên herêmê yên fermî pêk tîne. Dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze fişarê li hikumetên herêmî bike. Em banga serbestberdana nûnerên Rêveberiya Xweser dikin."

Endamê rêveber ê PYD`ê di dawiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk siyasetên xwe bi rêya hevalbend û çeteyên xwe dimeşîne. Revandina nûnerên fermî yên PYD û Rêveberiya Xweser tenê berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne û ev yek diyar û zelal e.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MBwNTjbpCTA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>