Artêşa Tirk êrişî gundê Qumriyê yê Amêdiyê dike

Artêşa Tirk a dagiker êrişî gundê Qumriyê yê Amêdiya yê Başûrê Kurdistanê dike.

Artêşa Tirk êrişî gundê Qumriyê yê Amêdiyê dike
21 hezîran, 2021   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê didomin.

Artêşa Tirk a mêtinger hem ji esîman hem jî ji bejahî ve jîngehê sivîlan dike hedef.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Qumriyê yê girêdayî bajaroka Amêdiyê topbaran kir. Ji ber topbaranê mal û zeviyên şêniyan zirar dît. Ji beriya saetên nîvro artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Qumriyê da ber topan, hinek top li nava gund ketin, di encamê de zirareke mezin gihand mal û zeviyên gundiyan.

Lê tu ziyanên canê çênebûne.