​​​​​​​Banga rewşenbîran ji bo PDK’ê: Dîrok te efû nake

Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê armanc dike destkeftiyên gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî tune bike. Her wiha destnîşan kir ku divê PDK komkujiyên ku li dijî gelê Kurd ji bîr neke, ji ber ku dîrok dê wê efû neke.

​​​​​​​Banga rewşenbîran ji bo PDK’ê: Dîrok te efû nake
22 hezîran, 2021   03:04
QAMIŞLO - KELSÛME ELÎ

Bi domandina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê re û li gel israra Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser girêdana bi dagirkeriya Tirk re, nerazîbûnên gelê Kurd ên li dijî êrişan û zêde dibin.

/kr/uploads/files/2021/06/21/190400_-.webp

Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê têkildarî mijarê axivîn. Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Qamişloyê Laleş Îsmaîl Heybet got PDK bi tevgerên xwe yên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê, xiyanetê li hemû Kurdan dike. Heybet destnîşan kir ku xiyaneta PDK`ê gihaştiye asta herî jor.

Têkildarî helwestên PDK’ê û piştgiriya wê ya ji artêşa Tirk a dagirekr re Heybet ev nirxandin kir: “Armanca wan ne tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, lê belê armanc dikin ku gelê Kurd, destkeftiyên wî tune bikin û planên dagirkeriyê pêk bînin ji Başûr bigire heta bigihêje Şengal û Rojava.”  

‘DIVÊ PDK GUH BIDE GELÊ KURD’

Her wiha Heybet bang li PDK`ê kir ku desteka gelê xwe bike û mîna pêşmergeyan bike ku qebûl nakin şerê Kurdan çêbe. Heybet wiha domand: “Divê PDK komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk hatine, ji bîr neke. Dîrok wê efû nake ji ber helwestên wê yên şermok ên li hemberî gelê Kurd. Divê helwestên wê li hemberî wan êrişan erênî û cidî bin.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Qamişloyê Laleş Îsmaîl Heybet di dawiyê de got: “Divê em şopdarên rêya şehîdan, berxwedanê bin û piştgiriya gerîla bikin. Ji ber ku ev pêvajo gelek hesas e ku ruhê berxwedan û têkoşînê yê gelên bindest bi giştî ji nû ve geş bike.”

/kr/uploads/files/2021/06/21/190332_-.webp

Girêdayî heman mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Qamişloyê Ebdulhelîm Ehmed Lawî jî got êrişa dawîn a li li dijî Başûrê Kurdistanê piştrast dike ku armanc têkbirina destekfiyên gelê Kurd e.

Lawî wiha domand: “Dewleta Tirk bi rêya lihevkirinên xwe yên bi Rûsya û hikumeta Şamê re êrişî destkeftiyên Kurdan ên li wir kir. Li aliyekî din bi Amerîkayê re li hev kir û Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Îro jî ji bo berdewamkirina wan planên dagirkeriyê êrişî Metîna, Zap û Avaşînê dike.”

Di dawiyê de Lawî got: "Divê rewşenbîr di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin, ji ber ku destkeftiyên Kurdan di nava xetereyê de ne. Divê lêvegereke siyasî were avakirin da ku pirsgirêkên Kurdan bi tevlêbûna hemû aliyan werin çareserkirin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rbLm7ayivlU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>