'Şehîdên Helencê pêşenga jinên berxwedêr e'

Jinên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa ji bo bîranîna salvegera yekemîn a komkujiyê Helencê ku di 23'yê Herzîrana borî pêk hatiye, daxuyaniyek da û soza bilindkirina têkoşînê dan.

'Şehîdên Helencê pêşenga jinên berxwedêr e'
21 hezîran, 2021   11:48
EYN ÎSA

Bi dehan endamên komîteyên Meclisa Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Girê Spî Maya El-Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk di 23'yê Hezîrana sala borî li dijî mala dayîka Emîne li gundê Helencê ku di encamê de Zehra Berkel, Hebûn û dayika Emîne şehîd bûbûn, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku her sê şehîd bûn pêşenga jinên berxwedêr û têkoşer ên ku li dijî pergalên faşîst disekinin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkarê sûcên dewleta Tirk ên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Jinên Girê Spî û Eyn Îsa di daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê dan.

(dm) 

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZmjMqIG_OHc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>