​​​​​​​Ji bo Bedû baştirîn vebijêrk kêmkirina pez e!

Ji ber nebûna mewsima îsal, bihabûna êm û nepeydakirina wê bi hêsanî, sewalvan Hemîd El-Nezal hejmara pezê xwe kêm kir, di heman demê de ger çareyeke guncaw nebîne difikire ku pezê xwe li çolê bihêle û dev ji wan berde.

​​​​​​​Ji bo Bedû baştirîn vebijêrk kêmkirina pez e!
​​​​​​​Ji bo Bedû baştirîn vebijêrk kêmkirina pez e!
​​​​​​​Ji bo Bedû baştirîn vebijêrk kêmkirina pez e!
​​​​​​​Ji bo Bedû baştirîn vebijêrk kêmkirina pez e!
21 hezîran, 2021   08:55
HESEKÊ - BOTAN HISÊN

Îsal koçeran (bedû) beriya dema xwe bi du mehan ji deverên ku di zivistanê lê bi cih bûbûn, bar kir, ji ber ku baran îsal baş nebariya û çêre tune ye.

Hemîd Şamix El-Nezal ê ji herêma Şedadê koçerek e ku her sal ji bo pezê xwe bibe çêrê ji deverekê dibe devereke din, niha jî tevî zarokên xwe li konê Şeir e, pezê xwe li erdekî çandiniyê yê navçeya Dirbêsiyê dibe çêrê û hêvî dike ku çêreyeke baş ji pezê xwe re peyda bike.

Ji beriya hezarên salan ve xwedîkirina pez wekî jêdereke sereke ya debarê ye, ji ber vê yekê çêr li ku hebe ew li wir in da ku parastina jiyana pezên xwe bikin. Lê îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna baranê ji bilî erdên avî, mewsim tune bû, vê yekê jî bandoreke neyînî li xwedîkirina pez kir.

Lêçûna donimekî ji hilberîna bejî ku telafî bûbû di navbera 10 heta 25 hezar lîreyên Sûriyê de ye, lê yê avî û beriya ku cotkar biçine ku bi zimanê herêmî "feraz" jê re tê gotin lêçûna wê di navbera 150 heta 400 hezar lîreyên Sûriyê de ye, her wiha buhaya her kîloyeke ceh jî hezar û 100 lîre ye, kapek bi 850 lîre û ka jî bi 500 lîreyan e.

Hemîd El-Nezal got: “Kirêkirina erdekî ji bo çêrandinê têra hefteyekê nake û buhayê wê pir bilind e, ji destpêka ez hatim herêmê kêmî mehekê de min bi 3 milyonan  erd ji bo çêrandinê kirê kirin û êm kirî."

Bi armanca sivikkirina azara xwe û da ku çêrê ji pezên  xwe yên mayî re peyda bike, El-Nezal neçar ma ku di mehekê de 150 serî pez bifiroşe, her wiha ji eslê 350 serî pezî 200 kêm kir, ji ber ku  çêregeh kêm in û heqê wan jî bilind e. El-Nezal da zanîn ku ji bo êm bi dest bixe gelek caran belgeyên xwe pêşkêşî komînê kirine, lê kîloyeke êm jî bi dest nexistiye.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê diyar kir ku îsal koçer dikarin li her devera ku lê bi cih dibin êm bi dest bixin da ku parastina sewalkariyê bikin û ji bo vê yekê belgeyên pêwîst pêşkêşî saziyên çandiniyê û sewalkariyê bikin.

Sedema derengmayîna bedewiyan a bidestxistina êm ew e ku navên xwe li Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê tomar nekirine ku hîn jî serjimariya 2020`an çêdike û ji mafê wan e ku navên xwe di salên berê de tomar kirine, êm bi dest bixin.

Di heman demê de girtina dergehan a li pêşiya bazirganên pez ji bo xwediyên pez zirareke  mezin bû ku li bazarên herêmî tavilê buhayê pez daket.

El-Nezal got: “Îsal kirîn û firotina pez tune ye, seriyê pez ê ku me bi 700 hezarî difirot vê mewsimê em bi 125 hezaran difiroşin. Li ser vê yekê ger rewş bi vî awayî bimîne ez ê li çolê dev ji pezên xwe yên mayî berdim.”

Paşdexistina qada xwedîkirina pez a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê bandoreke neyînî li xwediyên wan kir, lê belê li aboriya herêmê jî kir û mast û penêr li bazaran bilind bû, kîloyeke mast bi hezar û 100 lîreyên Sûriyê û penêr jî 5 hezar e, buhayê goşt jî gihaşt zêdetirî 15 hezaran.

(eh)