Li Îranê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşendan li dar ketin

Li bajarê Baxmelek ê li başûrê rojavayê Îranê li dijî desthilata Îranê û encamên hilbijartinan xwepêşendan li dar ketin.

Li Îranê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşendan li dar ketin
21 hezîran, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Baxmelekê yê rojhilatê parêzgeha Xoresanê ya başûrê rojavayê Îranê li dijî encamên hilbijartinên herêmî xwepêşedan li dar ketin.

Li gorî tora El-Eyn sedema xwepêşendanan sextekirina hilbijartinên herêmî ye.

Malpera Ava Today a îranî ya muxalif bi bîr xist ku bi dehan ciwan li Baxmelek êvara şemiyê daketin kolanan.

Malpera ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, got: “Hêzên leşkerî ji Ehwazê paytexta Xoresanê sibeha yekşemê gihaştin bajêr û Baxmelek dorpêç kir û tevgera çûn û hatinê asteng kir.”

Girêdayî heman mijarê Ajansa Rekna ya Îranê bûyerên li Baxmelekê rû dane bi vê rengî ragihandin: “Alîgirên bernamzetên hilbijartinên herêmî yên li bajêr bi hev ketin, lewma hêzên polîsan ên taybet mudaxele kir.”

Li Îranê îna borî hilbijartinên serokatiyê û meclisên parêzgehan li piraniya welêt li dar ketin. Li gorî wezîrê kar û barên hundir Abdulriza Rahmanî Razlî di kongreyeke çapemenî de roja şemî ragihand ku 28 milyon kes tev li wan hilbijartinan bûne.

Ruxmî ku encamên hilbijartinên meclisên herêmî bi awayekî fermî ji aliyê wezareta kar û barên hundir ve nehatine ragihandin lê gelek dezgehên çapemeniyê yên herêmî dest bi ragihandina encamên wan hilbijartinên kir.

(şx)