Paşînyan di hilbijartinên Ermenistanê de bi ser ket

Di hilbijartinên Ermenistanê de serokwezîr Nikol Paşînyan ji sedî 53,9’ê dengan bi dest xistin û bi ser ket.

Paşînyan di hilbijartinên Ermenistanê de bi ser ket
21 hezîran, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Paşînyan derdora ji sedî 53,9’ê ji dengan bi dest xist, serokê berê Robert Kotshriyan jî derdora ji sedî ji sedî 21 bi dest xist.

Paşînyan rastî gelek zextan hatibû û ji wê demê de xwepêşandan li kolanan çêkbûn û jê xwestin ku dev ji peymana aşitiyê ya ku şer bi dawî kiriye, berde.

Li gorî peymanê ya ku Rûsya bû navbeynkar, Azerbêcanê ji nû ve hin dever kontrol kirin.

Paşînyan piştrast kir ku ew dê alîkariya bi Rêxistina Peymana Ewlehiya Giştî û Yekitiya Aborî re berfer bike. Her wiha spasiyaRûsyayê, Dewletên Yekbûyî, Fransa, Yekitiya Ewropayê, Îran û Gurcistanê kir û soz da ku dan û standinan bi tevahî hêzên siyasî yên welêt re çêke.

Li aliyekî din Robert Kotshriyan nerazîbûna xwe li ser encamên hilbijartinan nîşan da û ev yek bi hilbijartinên sexte ku berê plan kirine, bi nav kir. Di daxuyaniyekê de diyar kir ku bi sedan nîşane sextebûnê îsbat dikin û ev yek sedema tunebûna baweriyê ye. Her wiha got ew itîrafê bi encaman nake.

(dm)