Konê berxwedanê yê ji bo piştgiriya gerîla di roja duyemîn de didome

Konê berxwedanê ku duh li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk hatibû vedan, di roja duyemîn de didome.

Konê berxwedanê yê ji bo piştgiriya gerîla di roja duyemîn de didome
20 hezîran, 2021   12:53
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Firatê, duh bi dirûşma "Werin şerê azadiyê" li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê, konê berxwedanê veda da ku piştgiriya xwe ji berxwedana HPG'ê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk re, nîşan bidin.

Şêniyên kantona Kobanê, şandeyek meclisa navçeya Şêran, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bajarokê Til Xezal, navçeya El-Çelebiyê, komîn û Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Şêran a li rojhilatê Kobanê, beşdarî çalakiya roja duyemîn a konê berxwedanê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Emîne Hesen axivî û bang li gelê Kurd ê li derveyî welêt kir ku xwepêşandanan li dar bixin da ku hebûna xwe îsbat bikin.

Piştre hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şêranê, Ebdulezîz Hac Mehmûd got: "Dewleta a Tirk a dagirker ji demeke dirêj ve li çiyayên azad şerê gerîla dike. Piştî têkçûna dewleta Tirk li Garê, vê care berê xwe da Zap, Metîna û Avaşîn. Lê lehengên me li wir berxwedaneke mezin nîşan didin."

Ebdelezîz bang li ciwanan kir ku tev li seferberiya giştî bibin da ku li dijî dewleta Tirk piştgiriya gerîla bikin.

Di roja yekem a konê berxwedanê de, şêniyên kantona Kobanê, şandeyek ji meclisa navçeya El-Qineya, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD'ê, bajarokê Bêndir, komîn û Hêzên Parastina Civakî yên navçeya El-Qineya ya rojavayê bajarê Kobanê, beşdar bûbûn.

Tê payîn ku çalakî heta sibê bidome.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-uxVJFYJd0Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>