Rêveberiya Xweser destûrnameya kanaleke televîzyonê betal kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser destûrnameya kanala Kurdistan24 betal kir û got: "Ji ber ku kanalê hin bendên qanûnên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê kirine, ev biryar hatiye dayîn."

Rêveberiya Xweser destûrnameya kanaleke televîzyonê betal kir
20 hezîran, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser malpera xwe ya fermî biryar weşand.

Daîreyê di biryarê de got: "Ji ber siyaseta ku kanala Kurdistan24 a gurkirina hestên kîndariyê û geşkirina fitneyê di navbera gelê Kurd de pêk tîne û şerê kurdî-kurdî teşwîq dike, em dibînin ku ev yek li dijî rêgeza exlaqî ya dezgehên çapemeniyê ye."

Daîreyê bi berdewamî got: "Ji ber vê yekê û li gorî qanûnên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser destûrnameya kanala Kurdistan24 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê betal dike, ji ber ku xîtaba kîndariyê belav dike."