Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina hevserokatiya yekitiyê bi dawî bû.

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
18 hezîran, 2021   16:03
HESEKÊ

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê vê sibehê bi diruşma "Bi yekitiya mamosteyan em ê yekitiya gelan ava bikin", li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/06/18/151855_taz-basha.webp

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Taz Başa axivî, lidarxistina kongreyê  li tevahî mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku kongrê di pêvajoyeke hestiyar de tê lidarxistin ku şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya 11 bûye û tu çareserî hîna nexuyaye.

Taz Başa diyar kir ku zêdetir 80 hezar mamoste xwe bi rêxistin kir û di mercên zehmet de ku herêm tê re derbas dibe dikarîbûn asta perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  pêş bixin.

Her wiha diyar kir ku kongrê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi beşdarbûna tevahî, pêkhate, ol, netewe, çand û etnîk li dar dikeve û ev beşdarbûna bersiva herî xurt li hemberî astengiyan e.

/ar/uploads/files/2021/06/18/151912_rjb-almshrf.webp

Hevserokê Desteya Pewerde û Fêrkirinê Receb El-Mişrif lidarxistna kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku bi biryarên girîng ji bo mamsote û xwendekaran encam bide.

El-Mişrif girîngiya birêxistina mamosteyan di nava yekitiyekê de destnîşan kir û got: "Mamoste pêşengên zane yên avakirina pêşerojeke ronîkirî û nifşekî zane û rewşenbîrî ne."

/ar/uploads/files/2021/06/18/151807_alam-dlsha.webp

Bi navê dayikên aştiyê, yadê Dilşa ya ku ji Barselonayê hatiye, silav ji hemû dayikên cîhanê re şand û hêvî kir ku hêz û partiyên kurdî yekitiya xwe ava bikin û aştî û hezkirinê di nava tevahî pêkhateyên herêmê de belav bikin.

Piştî axaftinan, kongrê bi xwendina rapora xebatê salekê yê Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û nirxandina rewşa rêxistinî ya yekitiyê berdewam kir.

/ar/uploads/files/2021/06/18/151926_aly-jrad.webp

Piştre jî mamoste Elî Cerad rêziknameya yekitiyê xwend, bendên wê hatin nîqaşkirin û ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

/ar/uploads/files/2021/06/18/151839_alreash-almshtrkh-nsryn-rshk-wjasm-alabd-allh.webp

Di dawiyê de, hilbijartin pêk hatin, Nesrîn Reşik û Casim El-Ebdullah bûn hevserokên Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hevserokan sond xwarin.

ANHA