Konferansa Weqfa Jina Azad bi biryaran bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad bi hilbijartina rêveberên nû û girtina biryaran bi dawî bû.

Konferansa Weqfa Jina Azad bi biryaran bi dawî bû
Konferansa Weqfa Jina Azad bi biryaran bi dawî bû
Konferansa Weqfa Jina Azad bi biryaran bi dawî bû
18 hezîran, 2021   16:27
QAMIŞLO

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad  bi beşdarbûna 200 endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li salona Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû, bi dawî bû.

Piştî axaftinan sinîvîzyoneke li ser xebatên weqfeyê yên salên borî hate pêşandan û rewşa siyasî û rewşa jinê li herêmê hatin nirxandin.

Di konferansê de rewşa rêxistinê ya weqfeyê hate nirxandin, rêziknameyê wê hate xwendin û guhertinên bingehîn têde hatin çêkirin. Paşê 5 kes ji bo rêvebirina Weqfa Jina Azad a Sûriyê hatin hilbijartin. Herî dawî konferans bi biryarên girîng bi dawî bû.

Ji wan biryara:

-Ji bo piştevanî û parastina jinan navend werin vekirin.

-Perwerdeyê mûzik, stran, wênkêş û hwd ji bo jinan werin vekirin.

-  Ji bo jinên ciwan perwerdeyên cinsiyetparêzî werin vekirin.

-Ji bo zarokan di werzê havînî de wargeh werin vekirin.

-Bi navê Arî pareke were vekirin.

- Ji bo zarokên ''Keskesora Alan'' navendên taybet ên wergerkirinê werin vekirin.

- Hemû Weqfên Jin ên Rojhilata Navîn dikarin werin gel hev.

- Kampanya perwerdeyê weke werş, civîn û semîner were destpêkirin.

-Rêbazên perwerdekirina zarokan werin pêşxistin.

- Ji bo xizantiyê werşên pişeyî di aliyê madî û manawî de werin pêşxistin, beşek ji darayî ji wan re were veqetandin.

- Bi rêya perwerdekirina civakê li ser demokrasiyê zihniyeta baviksalarî were îmhakirin.

ANHA