Ji bo dîtinê parêzeran serî li dozgeriyê da

Malbat, wasî û parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin mewikîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo dîtinê parêzeran serî li dozgeriyê da
18 hezîran, 2021   09:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Serlêdanên ku heta niha hatine kirin bêbersiv hatine hiştin.