Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de 6 sivîl birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin. Di encamê de 6 sivîl birîndar bûn.

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de 6 sivîl birîndar bûn
18 hezîran, 2021   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî gundê Bizabor ê başûrê Erîhayê de, 6 sivîl birîndar bûne ku di nav de jinek û 2 zarok jî hene.

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 100 moşekan deverên cuda li “herêmên bêçek” topbaran kiribûn. Her wiha herêmên Ziyara, Zêzon, El-Enkawiye ya Sehl Xab ên gundewarên Hemayê, deverên li çiyayê Zawiyê û hin deverên li rojavayê Helebê kiribûn hedef.

(dm)