Hilbijartin û amadekarî… Pêşeroja rejîmê li Îranê wê çi be?-3

Di demekê de ku hêrsa gel li hember rejîmê bi sedema qeyrana aborî û birêvebirina daneyan ji bo xizmeta destwerdanên Îranê li derve li ser hesabê şêniyan, zêde dibe, rejîma Îranê êşê ji hundirê erkanên rejîmê bi xwe dikişîne. Her wiha bi kêmbûna nifşê ku di şoreşa îslamî de jiya û derketina nifşên nû û nebaşiya rewşa tenduristî ya Murşidê Bilind re, rejîma Îranê neçcar e ku xwe biguhere yan jî li hember astengiyan berpirsiyar be.

Hilbijartin û amadekarî… Pêşeroja rejîmê li Îranê wê çi be?-3
17 hezîran, 2021   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Pêşdeçûnên girîng hene ... Pêşeroja rejîmê li Îranê çi ye?

Navendên lêkolîn û çavdêran hewl da di vê demê de pêşeroja rejîma Îranê digel pêşdeçûnên lez de bixwînin, her wiha di daxuyaniyên êrişkar ên di navbera erkanên dewletê, xwepêşandên bilind û axaftina li ser nebaşiya tenduristiya Murşidê Bilind û lêkolîna li ser paşxaneya wê de hatin diyarkirin ku dibe ku mijar di çi demê de ji rêveçûna xwe derkeve.

NAKOKÎ BERDEWAM IN

Bi her helwestekê re tê eşkerekirin ku hin nîşaneyên hebûna nakokiya hundirîn ên di navbera erkanên rejîma Îranê de hene, jê jî nakokiyên di navbera serokê niha Hesen Rohanî û Murşidê Bilind Elî Xaminey de li ser dosyaya nukleerê.

Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî parastina peymana nukleerê ya ku welatê wî bi hêzên navneteweyî re îmze kiriye, kir. Her wiha parastina siyaseta xwe ya vekirî bi rojavayiyan re kir û di demeke berê de gotibû muxaleftên wî yên "şoreşger" li berjewendiyên xwe yên taybet digerin, ne berjewendiya gel.

Beriya wê jî, di navbera Ehmedî Necat û Murşidê Bilind Elî Xaminey de nakokî bilind bûn û ev nakokî mîna pizotekî di bin xweliyê de bûn.

Ehemdî Necat beriya çend salan, Murşidê Bilind bi dizîna pereyên îraniyan tawanbar kiribû, her wiha zengîniya saziyên girêdayî Xaminey ên "bê çavdêrî" nêzî 190 milyar dolar e, lê ev nakokî hate bêdengkirin.

Ehmedî Necat du peyam nivîsandin û li ser malpera "Dewleta Bihar" ê nêzî xwe belav kir û wiha tê de hate gotin: "Murşid ev pere bi rêya saziyên ku yekser girêdayî nivîsgeha wî ne, dizîne û ew nakevin bin çavdêriyê, jê Pasdar, artêş, wezareta parastinê, komîteya Xumeynî ya xêrxwaz û hwd.

Nakokiyên hundirê erkanên rejîmê, bi nakokiya navbera wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf ji aliyekî ve, pasdaran û Murşidê Bilind ji aliyekî din ve dîsa derketin pêş.

Ev nakokî piştî qeyda deng a Zerîf a bidizî derket ku li ser gelek dozên gerîng axivîbû, ji wan dozan jî rola fireh a ku fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdaran Qasim Suleymanî di siyasetên derve yên komara îslamê de bi rê ve biriye.

Rojnameya "New York Times" a amerîkî jî got kopyek ji qedê bi dest ket.

Rojnameyê li ser zimanê Zerîf wiha got: "Di komara Îslamî de qada leşkerî ya ku bi rê ve dibe (...) ji dêvla xizmeta qada dîplomatî bike, ji bo qada xwe ya leşkerî gelek dîplomat kirin qurban."

Rojnameyê li ser zimanê wî eşkere kir ku Suleymanî ji nêz ve bi Rûsyayê re xebitî ku dijberiya peymana nukleerê ya ku di navbera Tehran û hêzên mezin de di 2015’an de hatiye îmzekirin bike.

Wê yekê nîqaş, nakokî û tawanbarî di navbera berpirsên desthilata Îranê de çêkirin.

Girêdayî wê, pisporê karûbarên Îranê û lêkolînên Kendavê Hanî Silêman wiha got: "Rast e, nakokî hene,  her çendî rejîma Îranê di vê yekê de domdar e ku li dora gelek fikreyên şoşerê girêdayî ye. Lê belê di heman demê de hin hûrgiliyên şaxî û ciyewaziyên heyî di navbera aliyên cuda de hene, mîna muhafezekeran û tundrawan, her wiha nakokî di navbera Rohanî û Zerîf de, di navbera Murşidê Bilind û Pasdaran de bi taybet bi daxuyaniyên wezîrê derve Cewad Zerfî de hene. Ji ber Zerîf di siyasetên derve de lawaz e, pasdar serweriyê li her tiştî dike û Qasim Suleymanî her tişt bi rê ve dibir. Lê daxmayeke ewlehî li ser wezareta derve têkildarî siyaseta derve heye ku lawaz e. Ji van daxuyaniyan jî Murşidê Bilind sûd wergirtin û Reformîst hatin bidûrxistin."

Silêman wiha domand: "Hin nakokî di navbera rejîm bi xwe û navbera reformîstan û muhafezkeran de heye, ev jî bi awayekî mezin di gelek helwestan de di demeke berê de eşkere bûn, bi wê re jî dibe ku rejîm yek blok be, lê ji hundir ve vala ye, bi taybet digel zêdebûna nakokiyên hundirîn û paşguhkirinê de. Ez texmîn dikim ku dê ev dûrixistin dîmenê zêde girêk bike û rejîma Îranê parçe bike, nemaze digel fişara di vê demê de."

Silêman wiha gotina xwe berdewam kir: "Bê guman kuştina Qasim Suleymanî fişar li ser Îranê zêde kirin, fişareke li dosyaya nukleerê ji aliyê Îsraîlê yan jî sekna li hember paytextên Ereban de kir. Ez texmîn dikim ku dê ev bi awayekî mezin bandorê li siyasetên Îranê bike."

Silêman eşkere kir ku dibe ev bandorê li encamên hilbijartinan û çarçoveya wê bike, ji ber tunebûna Suleymanî gelek fikarên tund çêkirin. Ji ber dihat texmînkirin ku bibe bernazmetê serokatî ya herî bişans, lê kuştina wî hesab tevlihev kirin, lê kuştina Suleymanî ne dûrî hesabên hilbijartinan bû, bi taybet rejîma Îranê dixwaze vê zirara mezin bi rêya serweriya li saziya hevserokatiyê bi bernamzetekî her tund bike, her wiha tunebûna Qasim Suleymanî dê bandorê li dîspilînkirina hundirîn û têkiliyan bike û dê valahiyeke siyasî ya bêewle çêke.

‛DÊ ÇAWA HILIBIJARTIN BANDORÊ LI SIYASETA WELAT BIKE’

Der barê bandora hilbijartinan li ser siyaseta welat de, Silêman wiha got: "Bê guman dê siyaseta derve bi cihê serok û hebûna serokekî tundraw re bi bandor bibe. Tê texmînkirin ku li ser asta hundirîn gelek çewisandin û girtina derfeta gitşî çêbin. Dibe ku girîngî ji dosyayên ewlehî re bê dayîn û dosyaya aborî û başbûna rewşa debarê were dûrxistin, bi taybet heke şansa vegerandina peymana nukleerê tune be, bi wê re dê girtina derfeta giştî were zêdekirin û bi xwe re xwepêşandanan bîne."

Silêman li axaftina xwe zêde kir ku dê rejîm hewl bide serweriyê li ewlehiyê bike, dê ew jî pirsgirêkan di rejîma Îranê de bîne, her wiha dê rejîm di çarekirina dosyaya aborî û berjewendiyên gelê Îranê de bi bin keve.

Li ser asta siyaseta karên derve ya Îranê, Silêman wiha axivî: "Dê girîngî ji bo biçikkirina milîs, fînansekirin û piştevaniya wê bi awayekî mezin hebe. Lê ev yek dê li ser hesabê welatiyên Îranê berdewam be, ya herî girîng jî piştevaniya milîs û komên alîgirên Îranê û dê siyasetên xwe dûrî piştevaniya welatiyên Îranê pêk bîne û lêçûnên hundirîn li wê bike.

Li ser têkiliya hin hêzên herêmê Silêman da zanîn ku dê bi nakok bin û bilind bibin, mîna DYA’yê, bi taybet heke danûstandinên ji bo vegera li peymana nukleerê bi ser neketin, her wiha hin têkilî hene ku dê bi pirsgirêk bin, mîna Îsraîl û dê gelek pevçûn û nakokî hebin.

Têkildarî axaftina li ser şansa muhtemel ji diyaloga di navbera Îran û Kendavê de Silêman wiha got: "Hebûna serokekî ji tundrawan, dibe ku mîna van kedan têk bibe yan jî rageşiyekê bi Erebistana Siûdiyê re bi taybet li Yemenê çêke. Dê bandorên vê yên neyênî li ser nearamiya li herêmê hebin, dê rejîm zimanekî dijminatiyê bi kar bîne ku şoreşê derxe derve û bi xwe re nearamî û pirsgirêkên zêde bîne."

‛PÊŞEROJA REJÎMÊ’

Hanî Silêman di derbarê pêşeroja rejîma Îranê de têbiniyê xwe wiha anî ziman: "Rejîma Îranê azara gelek pirsgirêkan dikişîne. Pêşeroja rejîmê li ber keviya tekçûyînê ye, ew rejîmeke bihêz e, lê vala ye anku tê de welatî heye ku dibe di çi demê de dibe wê hilweşîne, lê hilweşandina wê di çi demê çi cih de dibe ne diyar e, îhtîmal heye, lê nayê teqezkirin."

Silêman destnîşan kir ku rejîma Îranê bi awayekî mezin zirarê dike, rewşeke qeslbûnê di enerjiyên wê de heye û xîtaba îdolojî ya ku pê bawer e êdî tune ye. Hin êrişên li dijî pîrozahiya hin erkan hene, mîna êrişa li cihê Murşid û oldaran û îhtîmala darbayekê heye, ev yek ji bo rejîma Îranê pir xeternak e.

Silêman anî ziman ku rejîm azara krîza nifşê dikişîne ku nifşên destpêkê yên şoreş jiyan kirine di rewşeke paşdeçûnê de ye û li gel nifşên nû enerjiya zêde ji coşa îdolojî, şoreşgerî û baweriya bi rêgezên şoreşê heye. Hin nifşên nû hene ku berjewendî û nêrînên wan cuda ne û dibînin ku rejîm rêgezên şoreşê pêk neyne, berovajî gel diçewisîne, edaletê pêk nayne û tu armancên welatiyên Îranê pêk nayne. Bi wê re tê texmînkirin ku ev xeternak e. krîza nifşê û cudahiya nêrînan gefên mezin li dijî rejîm û şoreşa Îranê ne.

‛KÎ YÊ LI ŞÛNA MURŞIDÊ BILIND BIGIRE’

Ji van pirsgirêk û nakokiyan zêdetir, astengiyeke mezin li hember rejîma Îranê heye, ew jî axaftina li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya Murşidê Bilind Elî Xaminey û kî yê li şûna wî bigire.

Malpera Îranê ya International li ser zimanê berpirsekî ewlehî yê mezin di demeke berê de daxuyand ku hin rapor girêdayî rewşa tenduristî ya Murşidê Bilind Elî Xaminey de hene ku rewşa wî ne baş e û dibe ku ev rewşeke nebaş a nû li Îranê çêke.

Têkildarî vê Silêman wiha anî ziman: "Hin pirsgirêkên mezin ên girêdayî cihê Murşidê Bilind di gel paşketina rewşa tenduristî ya Elî Xaminey de hene. Ji ber dibe ku di çi demê de dibe merheleyek çêbibe jinûve li mijara murşid were nêrîn ku dê erkên wî werin qelskirin."

Silêman eşkere kir ku ew mijar dijwar e, ji ber destûr wê îşaret dike û dê rêgezên destûrê werin hejandin, lê hin rapor li ser rakirina erka murşid diaxivin û ew jî gelekî propaganda ye ku nayê qebûlkirin. Lê belê tişta tê texmînkirin ku ev erk bi awayekî releks ji Xaminey an jî ji bilî wî were radestkirin. Lê ev yek li ber keviyê ye, ji ber tu baweriyên mezin bi karînên hin endamên heyî tune ye û gel bi xwe jî êdî bi fikreya pîrozkirina Murşidê Bilind û oldaran ve ne girêdayî ye, ji ber ev tişt demborî bûn û li ser rejîma Îranê xeteriyê çêdikin.

Silêman destnîşan kir ku rejîma Îranê digel paşketina rewşa tenduristî ya Xaminey de dest bi amadekarî û axaftina li ser anîna kurê wî Muctebe Xaminey kir.

‛REWŞ BER BI KU VE NE’

Der heqê rêveçûna bûyeran de Silêman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke lihevkirinek li ser peymana nukleerê çênebû, texmîn dikim ku dê xwepêşandan zêde bibin û ji bo rejîma Îranê bibe pirsgirêk. Lê hilweşandina rejîma Îranê bi giştî mijara îhtîmalan e, lê belê ne misoger e. Ji ber li gel rejîma Îranê alavên cuda û cihêwaz hene, mîna polîsên fermî yan jî artêşa fermî, her wiha, "Hêzên Besic", parastina gel û pasdaran heye ku bi erkên xwe yên ewlehî radibin û di merheleya dawî de bi ser ketin. Bi wê re li gel rejîmê alav û hêz hene ku çawa xwepêşandan berê çewisandin, dîsa biçewisîne."

Hanî Silêman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Lê her carê hin pêşdeçûnên nû hene ku rejîm li hember gel zirarê dike, dibe ku bigihîne xalekê ku rejîm nikaribe li hember gel bisekine û dê hin surpirîz hebin û li gorî texmîna min em ê demeke dirêj li bendê bin."

(fr)

ANHA