'Armanca hêzên derve li Minbicê astengkirina projeya neteweya demokratîk e'

Rewşenbîrên bajarê Minbicê diyar kir ku hêzên derve hewl dan daxwazên gelê bajêr ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û wan daxwazin bikin proveksyon, da ku projeya neteweya demokratîk asteng bikin.

 'Armanca hêzên derve li Minbicê astengkirina projeya neteweya demokratîk e'
18 hezîran, 2021   05:53
MINBIC

Bajarê Minbic nimûneya zindî ya jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike. Piştî ku bi rêya sîstema Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bi dest xistin, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin ku proveksyonê di nav pêkhateyan de çêbike.

Her du hikumet hewl didin ku li bajêr tevliheviyê derxînin da ku projeya neteweya demokratîk asteng bikin û ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê, Rola Osman got bûyerên vê dawiyê li bajarê Minbicê ku bi rêya komek ji gel xwepêşandan li dar xistin, hêzên derve dixwestin ku armancên xwe li herêmê pêk bînin da ku fitneyê çêkin ku aramiya herêmê têk bibin.

Rola wiha domand: "Her kes girîngiya rola jinan dizane, bi rêya Rêveberiya xweser me hewl da ku rola xwe di rêxistinkirina civakê de isbat bikin û çareseriyek ji tiştên ku li bajêr diqewimin bibînin da ku aramî li bajêr misoger bibe."

Rola Osman bang li hemû jin û rewşenbîran kir ku yekbûnê ava bikin da ku civakek ku tê de ewlehî, aştî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên bajêr de serdest be û ji planên komploger haydar bin.

Endama Yekitiya Rewşenbîran, Xewle Temo jî got: "Bûyerên ku li bajarê Minbicê qewimîn, bandor li hundir û derveyî bajêr kir. Hin daxwazên gel ku xizmeta jiyana rojane û aliyê aborî û xizmetê baştir dikin hebûn. Lê mixabin aliyên derve ev daxwaz li gorî xwe bikar anîn."

Xewle wiha domand: "Hin aliyan hewl dan ku daxwazên şêniyan veguherîn tevlihevî û geşkirina fitneyê di navbera pêkhatan de, lê bi saya haydarbûna rewşenbîr û rûspiyan û hevkariya wan bi Rêvebriya Xweser re, gel ji wan fitneyan haydar bûn."

Xewle Temo destwerdanên aliyên derve yên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, red kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xQwn96w4luI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>