YPS/YPS-Jin: Em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibin

Koordînasyona YPS/YPS-Jinê daxuyaniyek û got “Em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibin û li her derê çalakiyên domdar bikin.”

YPS/YPS-Jin: Em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibin
18 hezîran, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona YPS/YPS -Jinê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku bi taybetî ev 7 sal in bi konsepta şerê nû êrişê tîne ser hebûn, têkoşîn û hemû nirxên gelê Kurdistanê û dixwaze ku Kurd çok li ber wan deynin lê nekarîn vê pêk bînin li dijî Kurdan komkujiyên aşkere dike. Rejîma çeta ku li gel hemû derfetan jî nekarî vê pêk bîne, weke aferîdeyeke harbûy êrişê tîne ser Kurdan ku çok li ber wan nedanîne. Her ku êrişê tîne ne serkeftî dibe, her ku ne serkeftî dibe bêhtir dibe har û hov dibe.

Rejîma faşîst, harbûyî ya AKP-MHP'ê ku komkujî daye ber xwe, jina Kurd a ciwan a welatparêz qetil kir. Ev êriş ne tenê li ser Deniz e, di şexsê Deniz de êriş li ser jina Kurd e, êrişa li ser nirxên polîtîk e ku li dora jinê hatiye avairin. Ango êrişeke li ser hebûn û nirxên hebûna gelê Kurd e. Bi êrişa ser Deniz jinên Kurd wê çavtirsandi nebin, bi hezaran Deniz wê li ber xwe bidin û tola wê hilînin.

Bi vê komkujiyê re careke dî bi rengekî zelal hatiye fêhmkirin ku ji bo Kurdan xweparastin bivenevêyeke jiyanî ye. Îro xweparastin weke peyiwr û mafekî li ber hemû ciwanên Kurd û gelê Kurd e. Bi vê bingehê hemû gelê Kurd divê bi bîreweriya xwerastinê rêxistinî bibin, li mal, tax, bajarên xwe parastina xwe bikin û konsepta dewleta Tirk a îmhayê bişkînin. Her maleke Kurd divê bibe mewzî, her tax bibe keleh, her ciwanê Kurd divê Kurdistanê li kujerên Kurdan re bike gor û goristan.

Em hêza xweparastinê ya gelên ku bûye hedefa van êrişa û komkujiyan li her taxa Kurdistanê û Tirkiyê em ê peywira xwe bi cih bînin. Divê dewleta çete û tektîkêşên wan ên gemarî zanibin em ê tola her êrişa li ser Kurdan hilînin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibin û li her deverê çalakiyan bikin.

Hemû yekîneyên me yên YPS û YPS-Jinê li qadên ku lê dimînin bi tatkîk û rêbazên afirandêr çalakiyên tolhildanê yên domdar bikin û tolê ji rejîma çete ya faşîst a AKP-MHP'ê hilînin.”