​​​​​​​HRE der barê çalakiyên xwe de daxuyanî da

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên wê de 11 çete hatin kuştin û 10 çeteyên din jî birîndar bûn.

​​​​​​​HRE der barê çalakiyên xwe de daxuyanî da
18 hezîran, 2021   10:57
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê ( HRE) di navbera rojên 6 û 15`ê Hezîranê de, li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de ev agahî parve hatin kirin:

Di 6`ê Hezîranê de, li Efrînê li ser rêya Cindirêsê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin

Di 7`ê Hezîranê de, li bajarokê Rayî yê navçeya Babê, li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha motorek hate ruxandin.

Di 8`ê Hezîranê de, li Efrînê, li taxa Mahmudiyê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin brîndarkirin, erebeya wan hat derbekirin.

Di 11`ê Hezîranê de, li gundê Til Cilbirînê yê navçeya Ezazê nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Di 12`ê Hezîranê de, li Cerablûsê li hemberî çeteyên dagirkeriyê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyek bi navê Feysel Xelîl hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Di 15`ê Hezîranê de, li gundê Kefercenê yê navçeya Şera di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat rûxandin.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 13 çete jî brîndar bûn.