Gerîla TV dimena çalakiya gerîla ya li Avaşînê weşand

Gerîla TV dîmena çalakiyên gerîla yên li Avaşînê weşand, ku bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin.

Gerîla TV dimena çalakiya gerîla ya li Avaşînê weşand
18 hezîran, 2021   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di dîmenan de yên ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin, çalakiyên ku bi roketên hawanê hatin kirin, tê dîtin. Dîmen ên çalakiyan e ku di rojên cuda de hatine lidarxistin.

Di dîmena 2.30 deqeyan de bombardûmana bi hawanan xuya dike. Her wiha li nuqteyekê jî beriya çalakiya bi hawanan, ji cîhaza ragihandinê ya gerîla dengê 'Serketin a me ye' tê bihîstin.

Piştî deqeya duyemîn jî tê dîtin ku roketek li nava gelek leşkeran dikeve, yên li ser girekî li hev civiyane. Piştî teqînê gelek leşker ji hev belav dibin û direvin.

https://1452214184.rsc.cdn77.org/video/2021-06-18-gerillatv-calakiyen-ceken-giran-avasin-1.mp4