​​​​​​​Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad dest pê kir

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest pê kir.

​​​​​​​Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad dest pê kir
18 hezîran, 2021   08:25
QAMIŞLO

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi beşdarbûna 200 endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Di konferansê de dê axaftinên vekirinê û mêvanan, pêşandana sînevîzyonê der barê xebatên weqfê yên 7 salan de pêk bê û piştre dê rewşa siyasî û rewşa jinan  a li herêmê werin nîqaşkirin.

Piştre dê rewşa rêxistinî ya weqfê were nîqaşkirin, rêziknameya wê were erêkirin û bernameya xebatên weqfê yên salên bê diyar bikin. Her wiha di konferansê de 5 endamên rêvebir dê werin hilbijartin û konferans dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ku Weqfa Jina Azad sala 2014'an hat damezirandin, her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahî Sûriyê çalak e û nivîsgehên wê li 10 kanton û navçe û 4 kampên koçberan hene. Her wiha derdora 40 rêxistinên navneteweyî û herêmî yên rêxistinên civaka sivîl pê re dibin alîkar.

(dm)